Aşayîşa Silêmaniyê: Di pevçûnekê de 2 endamên me şehîd ketin

09-08-2024
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Qeredax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku li navçeya Qeredaxê ya Silêmaniyê 2 endamên wan di pevçûnekê de canê xwe ji dest daye.

Li çiyayên navçeya Qeredaxê ya parêzgeha Silêmaniyê di navbera grûpeke çekdar û hêzên ewlehiyê de şer derketiye.

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê da ragihand ku çekdaran xwestiyê şûnwarê dîrokî yê Neramsîn derbixin û bidizin.

Berdevkê Ragihandinê ya Asayîşa Herêma Kurdistanê Selam Ebdulxaliq ji Rûdawê re got, "Di encama pevçûna di navbera hêzên me û grûpeke çekdar de 2 endamên me şehîd ketin."

Selam Ebdulxaliq her wiha da zanîn ku heta niha ti kes nehatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst