Li Qersê ji ber nexweşiya tebeqê ya ajelan bazar hatin rawestandin

09-08-2022
RÛDAW
Nîşan Qers Bazara Ajelan Nexweşiya Tebeqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber nexweşiya tebeqê ya ajelan bazarên firotina ajelan bo demekê hatin girtin.

Li gor agahiyan li çend gundên navendê û li navçeyên Dugor û Selîmê ser bi parêzgeha Qersê nexweşiya tebeqê ya ajelan hatiye dîtin û bi armanca tedbîr wergirtinê bi serokatiya Cîgirê Parêzgarê Qersê Komîsyona Tendirûstiya Ajelan civiya ye û derbarê mijarê de biryar wergirtine.

Di civînê de bi armanca rêgirtina li belavbûna nexweşiyê kirîn, firotin û hemû tevgera ajelên wek mîh, bizin û gamêşan ji 6ê Tebaxa 2022ê û pê ve heta biryareke nû hatine rawestandin. Di çarçoveya civînê de biryar hatiye dayîn ku hemû navendên kombûn û bazarên ajelan bên girtin.

Herwiha ji bo welatî li derveyî bazaran kirîn û firotina ajelan nekin jî tîmên girêdayî hêzên ewlekariyê û rêveberiya navçeyê dê kontrolê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst