Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke zêde teyrok bariya û bandorek nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kir.
Roja Sêşemê 4ê Temûza 2023an li parêzgeha Qersê baraneke bihêz bariya. Piştî baranê teyrok bariya.
Baran û teyrokê cadde û kolanên Qersê di bin avê de hiştin.
Şofêrên otomobîlan ji ber ava li ser caddeyan kombûye di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn. Beşek ji wan jî hewildan otomobîlên xwe ji teyrokê biparêzin.
Li caddeya Faîkbey a parêzgehê avrêj xitimîn û av ket hindirê çend kargehan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse