Ji Bakurê Kurdistanê corên taybet ên mermeran bo 65 welatan tên hinardekirin

09-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mermer Amex Xarpêt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê mermerên wîşne û înciya reş tên berhemanîn ji bo 65 welatan tên hinardekirin.

Corên mermerên wîşne ku ji navçeya Gulemanê ya Xarpêtê û Înciya reş ku ji navçeya Çermûgê ya Amedê tên derxistin li kargeha berhemanîna mermeran a li navçeya Gulemanê tên jêkirin û ji bo firotina navxwe û hinardekirinê tên amadekirin.

Rêveberê kargeha berhemanîna mermeran Sinan Diker got “Ev cor li cîhanê tenê li navçeya me derdikeve. Bi rengê xwe û madeyên di nav de corekî taybet e û tenê li parêzgeha me tê dîtin. 13 cor mermerên me hene, wîşne, reş û corên din jî di nav de.”

Ev corên mermeran ligel bazara navxwe bo 65 welatên din ku Keneda, Awusturya, Amerîka, Îmarat û Erebistana Siûdiyê jî di nav de ne tên hinardekirin.

Sinan Diker diyar kir “Li du welatan, li Kanada û Awusturyayê me nû dest bi hinardeyê kiriye. Daxwaza wan niha 30 hezar metreçargoşe ye. Hinardekirina me û firotina navxwe li gor sala borî %20 zêde bûye. Berhemanîna me bi awayekî baş derdewam e. Li çend welatên Ewropayê berhemên me cihên taybet dixemilînin.”

Li Mekkeyê di çend cihên taybet de û li Amerikayê jî di çêkirina Koşka Spî û avahiya parlamentoyê de her du corên mermeran hatine bikaranîn û daxwaza wan welatan hê jî li ser van coran berdewam e.

Li gor amarên rêveberiya kargehê sala borî 30 hezar metreçargoşe mermerên wîşne-alûbalû hatine hinardekirin û li bazara navxwe jî 20 hezar metreçargoşe hatiye firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst