Rêveberiya Xweser 'Desteya Maf û Dadperweriyê' damezirand

09-07-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Emîne Osê
Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Emîne Osê
Nîşan Rêveberiya Xweser Desteya Maf û Dadperweriyê Emîne Osê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ji bo belgekirina binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê Desteya Maf û Dadperweriyê damezirand.

Di civîna xwe ya dawî de Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser damezrandina Desteya Maf û Dadmendiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew deste taybet ji bo belgekirina binpêkirinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye damezirandin.

Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Emîne Osê dibêje "Hevahengî wê ligel hemû rêxistinên mafnas hebe, ji bo belgekirina dosyeyên binpêkirinan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û wan pêşkêşî aliyên pêwendîdar bike. Helbet, ji aliyê derekî ve. Li navxwe jî, çi binpêkirin li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe, dê bê belgekirin û awayê çareserkirina wê jî, bê danîn."

Ew deste dê rewşa girtîgeh û navendên çaksaziyê jî, li wan navçeyan, bişopîne.

Emîne Osê herwiha got "Erkê duyem ê Desteya Maf û Dadmendiyê dê ew be ku, karê nivîsgehên çaksaziyê bişopîne, herwiha rewşa girtiyan li girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bişopîne."

Di nav kar û erkên wê desteyê de, serbarî çareserkirina binpêkirinên navxweyî, amadekirina reşnivîsa yasayan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst