Cotkarên Şirnexê bi dronan zeviyên xwe yên çandiniyê derman dikin

09-06-2023
Ferdî Sak
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên gundê Stêranê li navçeya Hezexê ya Şirnexê berê bi traktoran bi rojan kar dikirin heta ku zeviyên xwe yên çandiniyê derman dikirin. Lê niha ev drona ku bi kirê girtine bi tena serê xwe di rojekê de zêdeyî hezar donim erdê wan derman dike.

Mehmet Nûrî Genç cotkarekî gundê Stêranê ye û gelek ji bikaranîna dronan ji bo dermankirina zeviyên xwe razî ye.

Mehmet Nûrî Genç dibêje: “Traktorek rojane 300 heta 350 donim erd derman dike. Ji ber ku bileztir derman dike, lê eger bi başî kar pê bê kirin ev dron dikare zêdeyî hezar donim erd derman bike.”

Dema traktoran zevî derman dikirin, zirer digihandin beşek ji berhemên çandiniyê. Cotkar dibêjin bi vê dronê ew zirera wan nemaye.

Mehmet Nurî Genç wiha dibêje: “Me berê bi rêya amûrên bi pişta traktoran ve zeviyên xwe derman dikirin. Ew amûr 16 metreyan fireh bû û tekerên wê 22 santîmetre bûn. 2 teker jî dike 44 santîmetre. Li gor vê yekê ji 100 donim erdê çandiniyê berhemê 3 doniman bi temamî jinav diçû, ji ber ku tekeran berhem didewisandin û ew berhem êdî ranedibû. Ya dûyem jî dema zeviyên avî tên avdan traktor nikare bikeve nav zeviyan. Eger derman di wê demê de pêdivî bike em heftiyekê nikarin zeviyan derman bikin. Lê tevî ku avdayî be jî em bi van dronan çi dema bixwazin dikarin berhemê xwe derman bikin.”

Bi traktoran beşek ji berhem jî ji derman bêbeş dima, lê niha ev dron derman bi yeksanî li ser hemû berhem direşîne.

Suleyman Ozay pîlotê drona çandiniyê ye, ew depoya wê ji derman tije dike û radike ser zeviyên genim.

Suleyman Ozay derbarê sûda bikaranîna dronan di dermankirina zeviyên çandiniyê de dibêje: “Dema tu bi traktorê derman bikî divê tu ji sedî sed derman bikarbînî, lê dema tu bi vê derman bikî derdora ji sedî 25 heta 30 ji derman tasaruf dike. Ji ber ku derman rasterast diçe ser berhem û tevlî axê nabe. Bi vê hem ax baştir dibe û hem jî cotkar ji derman tasaruf dike.”

Depoya vê dronê ya derman 30 lître ye. Şiyana wê heye ku di demjimêrekê de 200 donim erd derman bike.

Di demekê de traktorek bo heman karî pêdivî bi 4 demjimêran e.

Cotkarên navçeyê ji vê derfetê kêfxweş in û dixwazin kursên taybet ji bo fêrbûna pîlotiya wan dronan ji wan re bên vekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst