Li Meletiyê agir bi çadirê ket û zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da

09-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sobeya elektirîkê agir bi çadira malbetekî penaberên Sûrî ket û zarokekî 4 salî canê xwe ji dest da.

Malbateke penaberên Sûriyeyî ku di erdhejên 6ê Sibatê de, ji ber ku malan wan hilweşiya bû, li Taxa Haniminçiftligî ya Meletiyê ji xwe re kon vedan.

Duh nîvê şevê ji ber sobeya elektirîkê agir bi konê ku malbata penaberê Sûrî vedayî ket.

Hat gotin ku malbata ku bi tirs û xof ji kon reviyane, ji bîr kirine ku zarokên xwe yê bi navê Muhammed El Hesen Elî jî bi xwe re bibin.

Li ser agahdakirinê tîmên agirvemirandinê, tenduristiyê û polîsan bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên agirvemirandinê piştî ku agi vemirandin,  di nav çadirê Muhammed El Hesen Elî dîtin, lê bêyî liv û tevger bû.

Di pişkinîna tîmên tenduristiyê de hat tespîtkirin ku Muhammed El Hesen Elî canê xwe ji dest daye.

Cenazeyê Muhammed El Hesen Elî bêcan bo morga Saziya Tipa Edlî hat şandin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst