Li Rojavayê Kurdistanê beravên Çemê Dîcleyê bûne cihê sedana geştiyaran

09-05-2023
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê beravên Çemê Dîcleyê bûne cihê sedana geştiyaran
Li Rojavayê Kurdistanê beravên Çemê Dîcleyê bûne cihê sedana geştiyaran
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Çemê Dîcle Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Rojavayê Kurdistanê li nav siruşta qeraxên Çemê Dicleyê seyrana werzê biharê dikin. Rojên înê û bênvedanê bi sedan malbatên Rojavayê Kurdistanê berê xwe berê xwe didin herdu gundên Çem Şerf û Eyn Dîwarên ser bi herêma Dêrikê û demeke dûr ji fişarên kar û zehmetiyên jiyana rojane diborîn.

Malbat xwarinên cûrbicûr li nav xwezayê amade dikin û di keşûhewayeke xêzanî de li dor sifreyan kom dibin. Li ber mûzîka kurdî jî semayê dikin û dîlanan digerînin.

Nivîskar û helbestvanê Kurd Mehmûd Ebdo ku xelkê Dêrikê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa seyranên herêmê kir.

Nivîskar Mehmûd Ebdo got "Xweza û jingeha Dêrikê ji berê de cuda ye. Îsal cudabûna bêtir ji ber bihara îsal têr xêr û baran bû bi rastî. Mirov jî herwiha li bajar û welatekî şer de be wê qesta xweza û jîngeha xwe bike. Xelkê derveyî Dêrikê jî qesta Dêrikê dikin. hinek deverên li Dêrikê hene navdar in weke Eyn Dîwarê, Çem Şeref ê cihên din xelk qesta wê dike. Ne tenê xelkê Dêrikê qesta vê derê dikin, ji bajarên dûr jê wek Hesekê, Amûdê qesta Dêrikê tê kirin."

Bi sedema pîskirina jîngehê ji aliyê hin geştyaran ve, kampanyayek li ser torên medyaya civakî ji aliyê çalakvan ve hatiye destpêkirin ku tê de daxwaz li welatiyan dikin û pakî û paqijiya jîngehê biparêzin.

Seyran û geştên li nav xwezayê di rojên bênvedanê de û herwiha di hilkeft û cejnên cuda de kultûr û nerîteke xelkê rojavayê Kurdistanê li navçe û herêmên cuda de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst