ROJAVA - Korona li ser kampên koçberan bûye metirsiyeke mezin

09-04-2020
RÛDAW
Li Rojava zêdetirî 13 kampên koçberan hene
Li Rojava zêdetirî 13 kampên koçberan hene
Nîşan Coronavirus Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanş zêdeyî 13 kampên penaber û koçberan hene, lê rewşa van kampan, ne li gorî daxwazê ye, gazin ji hebûna zehmetiyan û kêmbûna alîkariyên mirov, bijîşkî û tendirustî hene. Herwiha piştî egera belavbûna virusa koronayê metirsî li ser van kampan zêdetir bûye.

Li Rojavayê Kurdistanê bêhtir ji 13 kampên koçberan hene, ji wan koçberan ew ên ku ji navçeyên din ên Sûriyê hatine, herwiha koçberên navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ku bi sedema êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar ji navçeyên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê derbider bûne.

Ji wan kampan, Hol, Waşokanî, Roj, Erîşe û 2 kampên Minbic. Herwiha Kampa Mehmûdî li Tebqayê, Kampa Til el Semin li Reqayê. 5 kampên (Efrîn, Şehba, Veger, Serdem û Berxwedan) ji bo koçberên Efrînê li herêma  Şehbayê.

Kampa Holê, Adara 2016an careke din hate vekirin. Bi 45 kîlometreyan dikeve rojhilatê Hesekê.  Nêzîkî 68 hezar û 223 nişteciyî lê hene. Ji wan 40 hezar kes ji çekdarên DAIŞ û malbatên wan in.

Kampa Waşokanî, ku Mijdara 2019an, li nêzîkî bajarokê Twêne yê rojavayê Hesekê, hate damezrandin, û nêzîkî 9 hezar koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî lê dijîn.

Kampa Newroz, 13yê Sibata 2014an, li navçeya ser bi bajarê Dêrikê, ji bo koçberên Şengalê hatibû damezrandin. Lê Piştî êrîşa Tirkiyê ya 9ê Cotmeha 2019an, li dijî Rojavayê Kurdistanê, nêzîkî 500 koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî li wê kampê hatin bicihkirin.

Kampa Roj, dikeve başûrê Dêrikê, 24ê Sibata 2015an hate damezrandin. Nêzîkî 2 hezar koçberên Iraqî yên Zumar, Mûsil û Rebîe lê dijîn. Berê jî jinên çekdarên DAIŞê lê hebûn.

Kampa Minbic a Şerqî ya kevin, Hezîrana 2017an hate damezrandin. Nêzîkî 2 hezar û 800 kesî lê dijîn. Li Kampa Minbic Şerqî ya nû jî, nêzîkî 3 hezar kesî hene.

Kampa Tel el-Semin, 22yê Mijdara 2019an, bi 30 kîlometeyan li bakurê bajarê Reqayê hate damezrandin. 2 hezar û 700 koçberên Girê Spî lê dijîn.

Kampa Şehbayê, 14ê Tîrmeha 2016an, li navçeya Şehbayê, hate damezrandin. Nêzîkî 500 koçberên Efrînê lê dijîn.

Li Kama Vegerê ya koçberên Efrînê, nêzîkî 500 kesî hene.

Li Kampa Serdemê nêzîkî 3 hezar koçberên Efrînê hene.

Kampa Berxwedan, ku 20ê Adara 2018an ji bo koçberên Efrînê, li nahiyeya Fafînê ya Şehbayê, hate damezrandin, nêzîkî 2 hezar û 800 kesî lê dijîn.

Kampa Efrînê, li kêleka kampên din ên navçeya Şehbayê, li gundê Mîirata yê Misilmiyê û nahiyeya Ehdas, ji bo koçberên Efrînê hate damezrandin. Nêzî 400 kesî lê dijîn.

Kampa Rûbar li gundê Bêne yê ser bi nahiyeya Şêrawa ya ser bi Herêma Efrînê, 27ê Îlona 2014an hatibû damezrandin, lê piştî êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, beşek ji koçberên wê Herêmê, li nav Kampa Rûbar bicih bûn. Hejmara wan jî bi nêzîkî 500 malbatê tê texmînkirin.

Rewşa van kampan li Rojavayê Kuridstanê û Bakurê Sûriyê, ne li gorî daxwazê ye, lê belê gazin ji hebûna zehmetiyan û kêmbûna alîkariyên mirov, bijîşkî û tendirustî hene.

Piştî egera belavbûna virusa koronayê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, metirsî li ser van kampan bêhtir bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst