Li Dêrsimê Roja Jinan hat pîrozkirin

09-03-2025
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsimê Roja Jinan hat pîrozkirin / Wêne: Alî Haydar Gozlu, Rûdaw
Li Dêrsimê Roja Jinan hat pîrozkirin / Wêne: Alî Haydar Gozlu, Rûdaw
Nîşan Roja Jinan a Cîhanî Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî hat pîrozkirin.

Hunermend Ayfer Duzdaşê stranên bi Kurmancî û Kirmanckî gotin.

Platforma Jinan a Dêrsimê doh ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî çalakiyek saz kir.

Bi hezaran jin beşdarî çalakiyê bûn û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bilind kir.

Jin li Kolana Hunerê kom bûn û bi dirûşman ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan.

Hevseroka Şaredariya Dêrsimê Bîrsen Orhanê û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Korduyê gotar pêşkêş kirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Korduyê di gotara xwe de anî ziman.

“Gelan li vê erdnîgariyê bi canê xwe nirxên xwe ava kirin.

Rastiyên xwe bi berdêla canê xwe parastin û bi pêş xist lê em dizanin ku ev pergal di vê civakê de jiyaneke ku jin pêşengiya wê dikin, naxwaze.

Ev aqilê baviksalarî, serdestiya mêran, tekparêzî, zayendî û netewperest sed sal in li vê erdnîgariyê terorê dike.

Sed sal in li vê erdnîgariyê polîtîkaya zilmê li dijî jin, kedkar, ciwan û gelan dimeşîne.

Me hemûyan wekî jinên vê erdnîgariyê ji vê polîtîkaya zilmê zerer dîtiye.

Komkujiyên Elewiyan, komkujiyên Kurdan ên li ser van axan çêbûne, polîtîkayên windakirina jinan, desteserkirin, zext û girtin tevî ku sed sal derbas bûye hêviyên azadî û wekheviyê tine nekirine û ji îro pê ve jî nikarin tine bikin.”

Mîtînga jinan bi konsera Ayfer Duzdaşê bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst