Kenneth McKenzie: Hêzên Hevpeymanî piştgiriyê didin operasyonên HSDê

09-02-2021
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî HSD NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandrê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Kenneth McKenzie got “Hêzên Hevpeymanî piştgiriye didim operasyonên HSDê û ji bo ku HSD serbixwe xebatên xwe bimeşîne şiyanên xwe pêşve dibe.”

Fermandarê CENTCOMê Keneth McKenzie di konferansa salanê ya Enstîtûya Rojhilata Navîn de (MEI-CENTCOM) axivî.

McKenzie ragihand ku di şerê navxwe yê Sûriyê de mirovên ku ji bo demek dirêj ji cih û warên xwe hatine dûrxistin, bandora xerab ya Îranê, mudaxaleya Rûsyayê, nîgeraniyên ewlehî yên hevpeymanê NATOyê yên Tirkiyê û di pandemiya vîrûsa coronayê de têkçûna DAÎŞê mayînde bihêlin ji bo hêzên hevpeymaniyê bingehên hewildanê dide.

McKenzie diyar kir ku hêzên hevpeymanî li bingeha leşkeriya Tenefê ya li başûrê rojavayê Sûriyê û bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re têkoşîna li dijî DAÎŞê berdewamê e û got “Hêzên Hevpeymanî piştgiriyê didin operasyonên HSDê û ji bo ku HSD serbixer xebatên xwe bimeşîne şiyanên xwe pêşve dibe.”

Herwiha McKenzie tekez kir di girtigehên ku di bin kontrola HSDê de ne 10 hezar şervanên DAÎŞê hene ku ji wan 2 hezar biyanî ne û di wan girtîgehên xerabe de “xwe bixwe birêve dibin.”

Mckenzie tirsa xwe ya mezin wiha anî ziman “Hê jî 62 hezar penaber li kampa El Holê hene ku piraniya wan jin û zarok in û rewşa wan pir xerab e. kesên ku li vê derê diminînin nîvê wan di bin 12e salî de ne, ji sisiyan yekê wan jî di bin 5 salî de ne.”

Lêbelê McKenzie di derbarê kesên kampê de hişyariyek jî da “Di demeke kurt de rîskeke krîza mirovî ya wek pandemiya Covid-19 û Kolera heye. Rîska di dema dirêj de jî bi awayekî sîstematîk dûçarî îdeolojiya DAÎŞê bimînin.”

Li aliyê din McKenzie di derbarê Îranê de jî got ku li heremê pirsgirêka herî mezin Îran e û Amerîka di derbarê astengkirinê de li dijî Tehranê helwesteke zelal nîşan dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst