Rêvebirê Suryanî: Şam zextê li eşîrên Ereb dike ku zarokên xwe ji HSDê vekişînin

08-12-2019
RÛDAW
Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî behsa serdana Cîgirê serdana Serokê Sûriyê, Elî Memlûk bo Rojavayê Kurdistanê kir
Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî behsa serdana Cîgirê serdana Serokê Sûriyê, Elî Memlûk bo Rojavayê Kurdistanê kir
Nîşan Çarenivîsa Rojava Partiya Yekîtiya Suryanî Senharîb Bersûm Elî Memlûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî li Rojavayê Kurdistanê Senharîb Bersûm derbarê serdana Cîgirê Serokê Sûriyê, Elî Memlûk bo Rojavayê Kurdistanê de ragihand ku wî zext li eşîrên Ereb ên li herêmê kiriye ku zarokên xwe ji nav Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) vekişînin.

Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî li Rojavayê Kurdistanê Senharîb Bersûm beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa serdana serdana Cîgirê Serokê Sûriyê, Elî Memlûk a bo Rojavayê Kurdistanê ku roja Pêncşema 5ê Kanûnê pek hatibû kir û derbarê peywendiyên di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de daxuyanî da.

Senharîb Bersûm da zanîn ku Rêveberiya Xweser ev heyameke dirêj e, dixwaze ji bo çareserkirina pirsan, ligel rêveberiya Şamê mekanîzmayeke hevdîtina dane û got: “Ji bo çareseriyeke hevbeş ti pêşmerceke Rêveberiya Xweser bo Şamê nîne. Lê rêveberiya Şamê, heta niha xwe nêzîkî gotûbêjan nekiriye.”

Bersûm diyar kir  u rêvebirya Şamê dixwaze bi her awayî tevahiya deverên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kontrol bike û herwiha naxweze tiştekê ji bo Rêveberiya Xweser pêşniyar bike.

Derbarê serdana Elî Memlûk a bo Rojavayê Kurdistanê de Senharîb Bersûm wiha axivî: “Elî Memlûk zext li eşîrên Ereb ên li herêmê kir ku zarokên xwe ji nav hêzên HSDê vekişînin. Armanca sereke ya wî ew bû. Bi min Şamê dê bi hewldanên bi vî rengî ti encamekê bidest neyne. Elî Memlûk dixwaze di nav pêkhateyên li herêmê de dijminatiyê derbixe. Ew tiştên ku dixwaze li herêmê encam bide, ne di berjewendiyê ti aliyekê de ne, bi taybetî ne di berjewendiyê Ereban de ye.

Pêştir jî bi hewldanên bi vî rengê serneketibûn. HSDê ji bo têkbirina DAIŞê ligel tevahiya pêkhateyan rêkevtin kir û ew rêkevtin di berjewendiyê tevahiya gelên Sûriyê de bû. Divê ti hewldan ji bo belavkirina van hêzan neyê kirin. Berevajoyê wê, divê weke hêzeke Sûrî were dîtin û bê parastin ku bibe beşek ji berevaniya Sûriyê. Divê ji bo vê yekê gotûbêj bêne destpêkirin.”

Serokê Partiya Yekîtiya Suryanî li Rojavayê Kurdistanê anî ziman ku êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê li dijî berjewendiyên xelkê Suryanî ye û ji ber êrişê xelkê Suryanî koçber û derbider dibe û wiha pê de çû: “Piştî ku Tirkiyê ji Girê Spî heta Serê Kaniyê dagir kir, bi dehan malbatên Suryanî koçber bûn. Çekdarn dest danîn li ser mal û milkên me. Me ev rastî bi çavên xwe dît. Tirkiye dixwaze demografiya herêmê biguhere. Gelê tûşî zerareke mezin bûye. Ji ber topbaranên Tirkiyê, li deverên sînorî hejmareke sivîlên Suryanî birîndar bûne û herwiha xelk neçar bûye ku koçber bibin. Encamên şer bo Suryaniyan karesat e. Grûpên çekdar ên tundra bi ti awayekî aliyên heber qebûl nake û wan red dikin. Li herêmê ji ber dizî û talankirinê gelek kes kuştine.”

Senharîb Bersûm herwiha eşkere kir ku li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê grûpên tundra bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst