Medreseya Mîr Zeynel tê nûjenkirin

08-10-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mîr Zeynel Medrese Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kavil û dîwarên medreseya Mîrê Colemêrgê Mîr Zeynel a li Taxa Binqesrê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê têne nûjenkirin.

Medreseya Mîr Zeynel ku ji sala 1863an ve nayê bikar anîn, dê di çarçoveya projeya Zanîngeha Colemêrgê de bi armanca geştyariyê bê restorekirin û nûjenkirin.

Di medreseya ku ji keviran hatiye çêkirin de 8 ode, holek û gora Mîr Zeynel hene. Beşeke zêde ya medreseyê kavil bûye, lê beşên saxlem jî mane.

Serokê Zanîngeha Colemêrgê Prof. Dr. Omer Pakiş got, “Mîr Zeynel di nav mîrên Colemêrgê de bi egereke mezin ew kes bûye ku herî zêde mîrektî kiriye. Mîr Zeynel di çand, rabirdû û dîroka Colemêrgê de şopên daîmî hiştine. Li vê derê hem gor û hem jî medrese heye.”

Medreseya Mîr Zeynel, di sala 1560an de ji aliyê Mîr Zeynel ve tê avakirin û heta erdheja sala 1863an, ku dibe sedema xirabûna medreseyê, bê navber navendeke zanistê bûye.

Akademîsyen Dr. Yaşar Kaplan anî ziman, “Li ser avakirina vê medreseyê belgeyên cuda di destê me de hene. Li gor destxetên nivîskî, ev medrese sala 1560an hebûye û melayekî bi navê Mewlana Husên lê mamoste bûye û heta sala 1860an jî perwerde lê berdewam bûye.”

Mîr Zeynel sala 1585an li bajarê Merendê yê Azerbaycanê di şerekî de canê xwe jidest dide û sala 1587an termê wî bo Medreseya Mîr Zeynel tê veguhestin. Li gor Şerefnameyê Mîr Zeynel 40 salan hikumdariya Colemêrgê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst