Zêrevanî: Eger pirsgirêkên teknîkî çareser nebin dengdan %40 derbas nake

08-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Fermandariya Hêzên Zêrevanî, Dêdewan Xurşîd ragihand, ji ber pirsgirêkên teknîkî rêjeya beşdariya di dengdana taybet de kêm e û tekez kir, eger Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, pirsgirêkên teknîkî yên dengdanê çareser neke, rêjeya dengdanê %40 derbas nake.

Di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê, Dêdewan Xurşîd da xuyakirin, “gelek pirsgirêk di pêvajoya dengdanê de hene ji ber ku makîneyên dengdanê di piştrastkirina agahiyên dengderan de dereng dimînin.”

Dêdewan Xurşîd got, dengdana li navendên dengdanê li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê 3 xûlekan dikişîne.

Bi gotina wî rayedarê Hêza Zêrevaniyê, di navendên taybet bi dengdana koçberan de jî, proseya dengdanê 6 xûlekan dikişîne.

Li gorî qanûna hilbijartinê ya nû ku Mijdara par ji aliyê Serokkomar Berhem Salih ve hatibû îmzekirin, biryar e roja Yekşemê 10ê Cotmehê hilbijartinên pşwext ên parlamentoyê bên lidarxistin. Lêbelê, hêzên ewlehiyê, koçber û mehkûm, îro 8ê Cotmehê serê sibê çûn navendên dengdanê, da ku li seranserê Iraqê di "dengdana taybet" de dengên xwe bidin.

Berdevkê Hêza Zêrevaniyê destnîşan kir, pirsgirêk di amûrên dengdanê de hene û hin amûr kartên dengdanê nas nakin û divê du sê caran kartê bixî nav amûrê daku piştrast bike.

Dêdewan Xurşîd got, “Em nizanin gelo sedema vê cîhazên bê qalîte ye an nejêhatîbûna karmendên komîsyonê ye.”

Bi gotina Dêdewan Xurşîd, “Pirsgirêka din an jî ya herî mezin, pirsgirêka şopa tiliyan e. Amûr şopa tiliya dengderan qebûl nake. Em gelek bûyerên wisa dibînin.”

Berdevkê Fermandariya Hêzên Zêrevanî destnîşan kir, eger ew pirsgirêkên teknîkî neyên çareserkirin, “beşdarbûn dê ji sedî 40 derbas neke. Dêdevan Xurşîd ragihand, Em li bendê bûn ku 250 dengder di nav saetekê de deng bidin, lê kêmtirî 100 kesan deng didin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst