Tirkiyê herêma Çemçemal bomberan kir

08-10-2021
RÛDAW
Nîşan Çemçemal Firokeyên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Firokeyên Tirkiyê herêma Çemçemal bomberan kir; qurbanî hene.

Firokeyên Tirkiyê îro êvarê, herêma gundê Seydan ê ser bi Çemçemalê ve bombebaran kirin û di encamê de qurbanî hene.

Li gor zanyriyên Rûdaw, firokeyên Tirkiyê, li herêma wî gundî otomobîlek kirin ku tê gotin a gerîlayên PKKê bûye.

Çavkaniyek emnî yî ku nexwest nave xwe eşkere bike, ji Rûdawê re ragihand, bombebaran demjimêr 17.00 çêbû û firoke ku yên Tirkiyê ne, li esmanê herêmê digerin.

Berdevkê Tendirustiya Çemçemal Şerîf Rehîm ji Rûdawê re ragihand, wan tîmên tendirustî şandine cihê bûyerê, lê “wesayîtên tîmên me nikarîn biçin cihê hatiye bombebarankirin, lewma heta niha ne diyar e ka mirî û birîndar hene an na!”

Di heyama hefteyekê de ev duyem car e ku firokeyên Tirkiyê herêma wî gundî Çemçemalê bombebaran dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst