Derbarê Serokê Baroya Rihayê û 26 parêzeran de lêpirsîn hat destpêkirin

08-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û 26 parêzeran ligel de lêpirsîn hat destpêkirin. Hincet jî çalakiya rûniştinê û civîna çapemeniyê ya parêzeran li dijî sîstema pirbaroyî ye ku bi dengên AK Partî û MHPê hatibû qebûlkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, derbarê Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel û 26 parêzerên endamê baroyê de lêpirsîn da destpêkirin. Serokê Baroyê Abdullah Oncel derbarê lêpirsînê de nerazîbûn nîşan da û got: “Ez ligel hevalên xwe şanaziyê pê dikim di vê rêyê de bên darizandin.”

Oncel da zanîn ku lêpirsîn ji ber wê yekê hatiye kirin ku qaşo berevajiya Yasaya Civîn û Xwepêşandanan a Destûra Bingehîn e û got: “Me belavokek xwend û demeke gelekî kurt çalakiyeke rûniştinê kir. Di çalakiyê de ne sloganên dijî yasa û ne jî pankart hebûn. Ev lêpirsîn jî wek yên din in ku dijî hevalên me tên vekirin û armanc tirsandin e.”

 

Yasaya Parêzeriyê ku ji aliyê parlamenterên AK Partî û MHPê ve hatibû amadekirin hat qebûlkirin û niha ketiye warê cîbicîhkirinê. Li gor sîstema pirbaroyî, Yekîtiya Baroyên Tirkiyê wek xwe û tenê dimîne, lê li hinek bajaran sîstema pirbaroyî tê. Pirbaroyî piştî hejmareke diyar a endaman dibe.

Li bajarên ku hezar an du hezar endam hene, dê destûr bê dayîn ku baroyên din bên vekirin. Eger li gor hezar endaman be 20, du hezar endam be jî li 7 bajaran baroyên din tên vekirin, wate sîstema pirbaroyî tê cîbicîhkirin. Li gor yasayê, li bajarên ku hejmara parêzeran ji 5 hezaran zêde be, bi 2 hezar parêzeran baroyeke nû dikare bê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst