Artêşa Tirkiyeyê sînorê Başûr derbas kir (Hat Nûkirin)

08-09-2015
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiye Başûrê Kurdistanê PKK Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyeyê bo encamdana operasyonên li dijî gerîllayên PKKê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kir.

 

Hat ragihandin, Îro Artêşa Tirkiyeyê ji bo ku li dijî gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonên leşkerî lidar bixe, sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kir.

 

Li gor agahiyên ji medyayên Tirkiyeyê ve, îro hêzên taybet ên Artêşa Tirkiyeyê bo demek kurt derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûne.

 

Li gor gotina berpirsên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, sedema derbaskirina sînorê Başûrê Kurdistanê ji aliyê leşkerên tirk ve lêgerîn li dûv gerîllayên PKKê û pêkanîna operasyonekê li dijî wan bûye.

 

Li gor medyayên Tirkiyeyê, di wê operasyon de 2 tabûrên hêzên taybet ên Artêşa Tirkiyeyê ligel 8 tîmên taybet ên ser bi cendirmeyên tirk ve beşdar bûne û piştî demek kurt vegeriyane bo nav axa Tirkkiyeyê.

 

Pêr 6ê Îlonê gerîllayên PKKê li devera Oremar a girêdayî navçeya Gever li Bakurê Kurdistanê êrişî leşkerên Tirkiyeyê kiribûn û di encamê de 16 leşkerên Tirkiyeyê hatibûn kuştin.

 

Piştî êrîşê balafirên Artêşa Tirkiyeyê êrişî devera Oremarê kirin û bi dijwarî 10 cih bombebarna kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst