Silopiya: Çalakiya paqijkirina jîngehê hat qedexekirin

08-06-2024
Ferdî Sak
Nîşan Silopya Çalakiya Jîngehê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê çalakiya piaqijkirina jîngehê ya şaredariyê hat qedexekirin.

Şaredariya Silopiyayê û çend saziyên civaka sivîl û xelkê xwest bi helkefta Roja Cîhanî ya Jîngehê li navçeyê kampanyayeke paqijiyê bidin destpêkirin.

Lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta qedexeya çalakiyan rê neda çalakî bê kirin.

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.

“Nehiştin em kampanyaya xwe pêk bînin”

Serokê Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay got:

“Em wekî Komîsyona Jîngehê ya Baroya Şirnexê, saziyên din û şaredariya me ya Silopiyayê ji bo kampanyaya paqijiyê hatin cem hev.

Lê mixabin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Nehiştin em kampanyaya xwe pêk bînin.

Sedem jî digotin qedexaya parêzgariyê ye. Mixabin ev pirsgirêkeke mezin e.

Tiştekî wekî paqqijiyê girîng ji xwe erkê şaredariyê ye û erkê şaredariyê jî tê astengkirin. Pêwîst e tiştên wiha çênebin.”

Biyara qedexekirina çalakiyê bû sedema bertek û nerazîbûnên DEM Partiyê.

Di navbera wan û polîsan de nîqaş derket.

“Hêzên ewlehiyê mixabin destûr neda”

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez  wiha anî ziman:

“Wekî hûn li pişt me dibînin em niha li Şaredariya Silopiyayê ne. Dorpêçek heye.

Hêzên ewlehiyê mixabin destûr neda ku ev kampanyaya paqijiyê bê kirin û bername bê birêvebirin.

Em vê yekê bi tundî şermezar dikin.”

Piştî ku 3ê Hezîrana 2024an qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê hat danîn, Parêzgariya Şirnexê ji 4ê Hezîrana 2024an û pê ve 7 rojan hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê, meş û civînên bi kom qedexe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst