Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêlqisê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê agir bi avahiyeke du qatî ket du zarok tê de şewitîn û canê xwe ji dest da.
Li taxa Karakoçê ya navçeya Bêlqisê agir bi qata jor a avahiyeke du qatî ket.
Li ser agahdakririnê tîmên parastina sivîlan û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî xebatan gir ji aliyê tîman ve hat vemirandin.
Tîmên derbasî nav avahiyê bûn zanîn ku di malê de zarokê 1 salî Aras û birayê wî Muslum Çelîkê 2 salî di nav agir de şewitîne û canê xwe ji dest daye.
Tîmên tenduristiyê termên her du zarokan veguhestin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Belqîsê.
Hat zanîn ku her du zarok li malê bi tenê bûne û dayîka wan çûye derve.
Tîm guman dikin ku agir ji ber sobeyê derkertibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse