Termên du kolberên din ên Kurd li ser sînorê Şemzînan-Urmiyê hatin dîtin

08-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Beriya nêzîkî 4 mehan 3 kolberên Kurd di navbera Urmiyê û Şemzanînê de li ser sînor wenda bûbûn û guman dihat kirin ku di bin aşûtê de mabin. Pêr cenazeyê kolberekî û doh jî cenazeyên du kolberên din hatine dîtin.

Roja 19ê Çileya 2022an sê kolberên Kurd ên ji Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferf û Barzan Mîhenî di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de li geliyê Binarê winda bûbûn.

Pêr Înê cenazeyê yek ji wan kesan ku di zivistana îsal de li Geliyê Binarê ya Şemzînanê winda bûbû piştî 114 rojan hate dîtin. Çavkaniyekî ji gundê Gelêşmê yê Şemzînanê ji Rûdawê re gotibû, ku cenaze ji aliyê gundiyan ve hatiye dîtin û tîmeke leşkerên Tirkiyê çûne cihê ku cenazeyê Barzan lê hatiye dîtin.

Piştî dîtina cenazeyê yekemîn, welatiyên navçeyê ji bo dîtina cenazeyên herdu kolberên din jî çûbûne ser sînor.

Li gor medyaya Tirkiyê, di encama lêgerîna xelkê de, cenazeyên heru kesên din Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferd jî hatine dîtin.

Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferd û Barzan Mîhenî beriya nêzî çar mehandi navbera Urmiye û Şemzînanê de wenda bûbûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst