Li Başûrê Kurdistanê yekem roja Cejna Remezanê diyar bû

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan Cejna Remezanê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku roja Çarşemê yekem roja Cejna Remezanê ye.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştewan Sadiq di civîneke çapemeniyê de yekem roja Cejna Remezanê eşkere kir û pîrozbahî li hemû misilmanên Kurdistanê û cîhanê kir.

Piştewan Sadiq ragihand ku roja Çarşemê 10ê Nîsana 2024an roja yekem a Cejna Remezanê ye.

Li aliyê din, Dadgeha Bilind a Siûdiyê jî diyar kir ku sibê meha Remezanê temam dibe û dusibe roja yekem a cejnê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst