Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi pirtûka Hînkerê pîroz kir.
Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneşê bi vîdeoyekê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li jinên kedkar ên zimanê Kurdî pîroz kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li Qesra Îshaq Paşaya Bazîdê vîdeoyek girt û li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir.
Berîtan Guneşê di vîdeoya xwe de 8ê Adarê li jinên kedkar ên zimanê Kurdî pîroz kir.
Berîtan Guneş di vîdeoyê de peyamek ji pirtûka Hînker a fêrkirina zimanê Kurdî xwend ku 5ê Adarê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta ku “materyaleke perwerdeya îdeolojîk a rêxistinê” ye bi ser mala yek ji amadekarên wê pirtûkê nivîskar û mamoste Ronayî Onenê de girtûbû û ew desteser kiribû.
Her wiha di heman lêpirsînê de nivîskar Samî Tan, Mevlut Aykoç li gel Şukran Çinarê û Îzzet Çinar jî hatibûn desteserkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê di peyama xwe de got:
“Li dijî êrişa li ser zimanê Kurdî em dê bi ziman û nasnameya xwe û bi hêza xwe li qadan bin.
Em di şexsê Ronayî Onenê de 8ê Adara hemû jinan pîroz dikin.”
Li dijî êrîşa li ser zimanê Kurdî em dê bi ziman û nasnameya xwe û bi hêza xwe sibe li qadan bin. Em di şexşê Ronayî Onen de 8ê Adara hemû jinan pîroz dikin. @Komeleya_Kurdi @Ronayi_Onen pic.twitter.com/2KWftqDcDq
— Beritan Güneş (@BeritanGns) March 7, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse