Videowall - Sizayên Qeyser li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê

08-03-2022
RÛDAW
Eger heye Amerîka sizayên Qeyser ji ser navçeyên jêr destê Rêveberiya Xweser û opozisyona Sûriyê rake
Eger heye Amerîka sizayên Qeyser ji ser navçeyên jêr destê Rêveberiya Xweser û opozisyona Sûriyê rake
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Egera derxistina navçeyên bakur û rojhilat û bakur û rojavayê Sûriyê û navçeyên Rêveberiya Xweser ji çarçoveya Sizayên Qeyser heye.

Hinek çavkaniyên Amerîkî ji medyayê re eşkere kiriye ku Amerîka dê Sizayên Qeyser ji ser herdu navçeyên bakur û rojhilat û bakur û rojavayê Sûriyê rake, ango ji ser her yekê ji navçeyên li jêr destê Rêveberiya Xweser û opozisyona Sûriyê. Lê ew biryar navçeyên li jêr kontrola Desteya Tehrîr el-Şam li xwe nagire.

Eger ev gav hate avêtin, dê navçeyên Rêveberiya Xweser û Opozisyona Sûriyê karibin pêwendiyê bi welat û aliyên biyanî re bikin û sûdê ji kar û alûgoriya bazirganî werbigirin.

Sizayên Qeyser

20/12/2019, ji aliyê Kongiresa Amerîka ve, di serdema rêveberiya Donald Trump de, yasaya bi navê “Yasaya Sîzer ji Bo Parastina Sivîlan“ hate ragihandin, ku armanc jê sizadana hikûmeta Sûriyê bû.

17/06/2020 kete warê cîbicîkirinê.

Dema wan sizayan 5 salan, ango heta 2024 dirêj dike.

Sedema binavkirina wê ew bû ku endamekî Polîsên Leşkerî yên Hikûmeta Sûriyê, ku sala 2013 ji hikûmetê cuda bû, bêhtir ji 53 hezar û wêneyên belgekirî derbarê îşkenceyên li dijî girtiyên sivîl, li nav zindanên hikûmeta wî welatî revandin derve. Ew kes jî bi nasnavê (Qeyser) yan jî (Sîzer) hate naskirin. Yek ji sedemên wan sizayan, ew bû ku hikûmeta Sûriyê di dosyeya girtiyan û kesên windayî de ne alîkar bû. Mebest jê ew bû ku hikûmeta Sûriyê çareya siyasî bipejirîne.

Wan sizayan kesayetî, sazî û dezgehên hikûmeta Sûriyê û kompanya û alîkarên wê, ji aliyê darayî û leşkerî ve, kirine armanc.

Ji kesayetiyên ku bi van sizayan hatine armanckirin jî: Serokomarê Sûriyê Beşar Esed. Serokwezîr û cîgirê wî. Encûmena Wezîran. Fermandar û serokên hêzên çekdar û hêzên ewlehiyê û istixbaratan. Wezîrê navxwe.

Mercên hilanîna wan sizayan di van xalên jêrîn de ne:

  • Rawestana armanckirina sivîlan ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsî û Îranî ve.
  • Rawestana armanckirina avahî û navendên bijîşkî û tendirustî û xizmetguzariyê.
  • Rêpêdan ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo xelkên sivîl li navçeyên dorpêçkirî û azadiya çûn û hatina xelkê.
  • Rêpêdan ji bo vegera penberên ku bixwazin vegerin Sûriyê.
  • Dadgehkirina encamderên tawanan li Sûriyê û destpêkirina proseya siyasî û lihevkirin, û diyalogê.
  • Serbestberdana girtiyan û rêpêdan bi rêxistinên mirovî yên navdewletî ji bo bigihêjin zindan û girtîgehên li jêr destê hikûmeta Sûriyê.

Madeya 101 - Sizayên li ser Banka Navendî ya Sûriyê.

Madeya 102 – Sizayên li ser kesayetiyên biyanî.

Madeya 202 – Gihandina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê, bi taybetî kesên li jêr dorpêça hikûmetê.

Madeya 301 – Mercên hilanîna sizayan.

Ev siza di demekê de ne ku, li gorî amrarên Neteweyên Yekbûyî, bêhtir ji 80% ji xelkên Sûriyê li jêr hêla hejariyê dijîn.

Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) bi têkraya 133% ji sala 2019eyan ve, nirxên keresteyên xwarinê bilind bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst