QERS - Agir bi bazara sebzeyan ket

08-02-2024
Nîşan Qers Bazara Sebzeyan Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nediyar agir bi bazara sebzeyan ket û 4 dikan şewitîn.

Li Bazara Sebzeyan a Qersê ya li Bulvara Huseyin Atakê, esnafên ku hest bi bêhn û dûxana agirê li banê dikanekê kir, tîmên agirvemirandinê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê, hêzên ewlehiyê û tîmên elektrîkê çûn cihê bûyerê.

Agir bi bandora bê belav bû û gihişt 4 dikanan.

Tîmên agirvemirandinê di encama xebatan de agir vemirand.

Ji ber agir çar dikan şewitîn û wan dikanan zerer dît.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst