40 roj in ciwanekî Dêrikê di navbera Bulgaristan û Romanya de wenda ye

07-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî 40 rojan in ciwanekî Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Bulgaristan û Romanya wenda bû ye, malbata wî bi rêya Rûdawê daxwaz dike her kes tiştekî li ser bizanibe wan agahdar bike.

Hacî Domo, birayê ciwanê wendabûyî Ciwan Nûredîn Domo ye, ji Rûdawê re got, birayê wî roja 25ê cotmeha îsal ligel hejmareke hevalên xwe dixwestin bi belemê çemê di navbera Bulgaristan û Romanya derbas bikin û ji Bulgariya derbasî Romanya bibin, lê polîs bi wan hisiyan û Ciwan û hevalekî xwe ji belemê ketin nav avê û yên din jî reviyan.

Birayê Ciwan dibêje, hevalê wî karî xwe ji polîsan rizgar bike, lê kesek nizane çi hatiye serê birayê wî.

Hacî Domo herwiha got, dibêjin ew çem ne zêde mezin e, nizanin ku birayê wî ji aliyê polîsan ve hatiye girtin an li ber avê çûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst