Pêleke berfê li herêma Serhedê li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye

07-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Barîna berfê û daketina pileyên germayê di zivistanan de bandorek nerênî li jiyana  rojane ya  xelkê Bakurê Kurdistanê dike.

Ji sibeha Dûşemê 6ê Kanûna 2022an ve li navçeyên bilind ên parêzgehên, Erzerom, Agirî û Erdexanê yên  herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê pêla berfbarînê destpê kiriye û dem bi dem berdewam e.

Li wan naveçayan rê û rêbar tên girtin û otomobîl di trafîkê de rûbirûyî zehmetiyan dibin.

Bi taybet li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê barîna berfê, serma û mij bandoreke nerênî li jiyan welatiyan dike.

Ji ber mija zêde şoferên otomobîl li ser rêya sereke ya Qers-Îdir û Qers-Golanê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Li  navçeya Qamuşan a ser bi parêzgeha Qersê,  bi barîna berfê pileyên germayê daketine jêr sifrê û  êdî rojene dûkel ji sobeyên malan radibe.

Ajeldarên li zozanên Qersê jî bê wext rûbirûyî berfê bûn.

Piştî barîna berfê  neçar mane  ajelên xwe ji zozanan  vegerînîn. Demsala zivistanê li Qersê  dirêj e û  divê 6 mehên din ajelên xwe di govan de xwedî bikin.

Yek ji ajeldaran Ozcan Mermer behsa şert û mercên zehmet ên ajeldariya li Qersê dike û dibêje  ew neçar e ji ber zivistanê 7 meh û nîv din ajelên xwe di govan de xwedî bike.

Xwediyê pez  Ozcan Mercan got: “Ji ber ku li devera Rojhilatê Enedolê berf zêde ye em ajeldariyê dikin. Niha berf dibare û em neçar in  li ajelên xwe binêrin. Şert û mercên zivistanê li vir gelek zehmet in. Ev ajel dê  derdora 7 heta 7 meh û nîvan  di hindir de bên xwedî kirin. Ev ajel dê heta 1ê meha pênc di hindir de bimînin. Şertûmerc bi rastî zehmet in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst