Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Urmiyeyê bi hinceta ku wan ji Îsraîlê re sîxurî kiriye cezayê îdamê da 3 Kurdan.
Îdrîs Elî û Azad Şucayî yên xelkê gundê Dule Germ ê bajarê Serdeştê û Resûl Ehmed Mihemedê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Dadgeha Urmiyeyê ve bi îdamê hatin cezakirin.
Li gorî malpera Kurdpayê dadgeh wan bi sîxuriya ji Îsraîlê re tohmetbar dike.
Rêxistina Mafên Mirova ya Kurdistanê ragihand ku ev her sê kes Hezîrana 2023yan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Serdeştê ve hatine desterserkirin.
Hêzên ewlehiyê paşê ji bo lêpirsînê her sê veguhastine girtîgeha Îtilaatê ya Urmiyeyê.
Li gorî agahiyan, her sê kes di dema desteserkirinê de ji bo wergirtina mikurhatinên bizorê rastî şkenceyên fîzîkî û derûnî hatine.
Her wiha piştî zêdetir ji sê mehan rê hatiye dayîn ku ew bi malbatên xwe re pêwendiyê deynin.
Hêzên ewlehiyê wan her sê kesan bi “sîxuriya ji Îsraîlê re" û “veguhastina alavên ku ji bo kuştina Fexrîzade hatine bikaranîn” tometbar dike.
Piştî zêdetir ji 8 mehan, ev her sê Kurd ji girtîgeha Îtilaatê ya Urmiyeyê veguhastine Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê.
Rûniştana yekem a dozê 1ê Îlona 2023yan li Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê hat lidarxistin.
Dadgehê destpêka Çiriya Pêşîn a 2023yan cezayê îdamê da wan her sê kesan.
Hat zanîn ku ew sê girtî di qonaxa lêkolînê ya dozgeriyê de, ji mafê hebûna parêzerekî bê par mane û piştî ku dosye ji Dadgeha Şoreşê re hatiye şandin, destûr hatiye dayîn ku bi parêzerekî diyarkirî re hevdîtinê bikin.
Berdevekê Desteya Dadweriyê ya Urmiyeyê Esxer Cihangîr derbarê kuştina Fexrîzade bêyî ku navên wan sê girtiyan bilêv bike, ragihand ku doza her sê kesan di qonaxa dawî de ye û cezayê îdamê li wan hatiye birîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse