Welatiyên Dêrsimê ji ber buhabûna kirêyan bêzar bûne

07-11-2023
Ali Haydar Gozlu
Dêrsim/Wêen: Rûdaw
Dêrsim/Wêen: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Kirêya Xaniyan
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Xelkê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber kêmasiya xaniyan û zêdebûna kirêyan bêzar bûye.

Nirxê xanî û yekeyên niştecihbûnê li vê parêzgehê gihiştiye 3 milyon lîreyên Tirkî.

Kirêya wan jî di navbera 8 heta 10 hezar lîreyên Tirkî de diguhere.

Welatî ji vê rewşê nerazî ne û ji xwediyên xaniyan daxwaz dikin ku di vê mijarê de hinekî bi wijdan bin.

“Ez mûçeyê xwe didim kirê tiştek ji min re namîne”

Kirêdar Mazlum Yildiz got, “Li vî bajarî xwediyê xaniyan kirêyên gelek zêde dixwazin.

Ez bi mûçeyê kêmane dixebitim. Wexta ku ez vî pereyî didim kirê, tiştek ji min re namîne.

Xanî difiroşin lê ji ber ku pereyê me tine û pir biha ye em nikarin bikirin.

Ji ber ku xwediyê xanî xizmê me ye kêm pere werdigire lê kirê pir biha ne.”

Tenê di 2 salên dawî de li navenda bajêr ku ji 8 taxan pêk tê kirê 3 qat biha bûne.

Ev yek bandorek neyînî li welatiyên kêmdahat û bi taybetî çîna hejar dike.

Welatî Zercan Vazo anî ziman, “Zarokên min di kirê de dimînin. Jiyan pir biha ye ka em çi bikin. Em derdê xwe ji kê re bibêjin.”

“Em wekî xelk perîşan in”

Welatî Dilek Aydoganê wiha axivî “Ez li Dêrsimê dimînim. Kirêyên xaniyan pir biha ne û kar jî tine.

Em wekî xelk perîşan in.”

Li Dêrsimê krîza hewandinê roj bi roj kûrtir dibe.

Bilindbûna enflasyonê, nebûna xaniyên pêwîst û di erdhejan de hilweşîn û zerardîtina beşek ji xaniyan sedemên  sereke yên vê kirîzê ne.

Welatî û emlakfiroşên bajêr ji aliyên pêwendîdar daxwazin ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê pêngavan biavêjin.

“Gava pere dibînîn çavên wan tiştek nabîne”

Welatî Hakan Orhan diyar kir, “Li vî bajarî xanî tinin.

Hemû lojman hilweşiyan. Ji ber vê yekê kirêyên xaniyan gelek biha ne.

Mirovên me xwediyên xaniyan dibêjin em xwedî bawer in, em şoreşger in, em qurban serjê dikin lê gava pere dîtîn çavên wan êdî tiştek nabîne. Çima wisa dikin.”

Ji ber bihabûna kirê pirsgirêkên di navbera kirêçî û xwediyên xaniyan de jî zêde bûne û emlakfiroş jî di çareserkirina wan de rûbirûyê zehmetiyan dibin.

“Gel guh nade yasayan”

Emlakfiroş Huseyîn Tunç got, “Yasa dibêjin divê bihabûna xaniyan ji sedî 25 be.

Lê ji ber yasayên me gelekî li paş enflasyonê ne, gel guh nade van yasayan.

Rewş digihe asta kuştinan. Ji ber bihabûna kirêyan li seranserê Tirkiyeyê gelek mirov mirin.

Yan divê ev yasa bê guhertin yan jî divê tekez enfilasyon dakeve.”

Di salên dawî de ji ber nebûna derfetên kar, sedemên siyasî û çendîn pirsgirêkên din koça ji Dêrsimê ber bi bajar û welatên din ve zêde dibe.

Niha jî kêmiya xaniyan û bihabûna kirêya wan zexteke din li ser xelkê bajêr çêkiriye ku cih û warê xwe bicîh bihêlin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst