MEAŞ Û BÛDCEYA KURDISTANÊ – Parlamentoyê komîsyon ava kir

07-10-2016
Nîşan Karmend Meaş Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Hewlêr) – Di rûniştina roja 7ê Cotmehê de Parlamentoya Iraqê biryar da ku ji bo lêkolînkirina mijara meaşên karmendên Herêma Kurdistanê, komîsyonekî 11 kesî bê avakirin.

 

Endamê Komîsyonê Mesûd Heyder ji Rûdawê re ragihand, “Ev komîsyon dikare pêdaçûnê li ser mijara derengketina meaşên karmendên Kurdistanê bike, çavdêriya meaşan bike.”

 

Heyder got ku komîsyon dê piştî lêkolînan rastiyan ji bo Parlamentoya Iraqê eşker bike.

 

Parlamenterê kurd da zanîn ku ew dê li ser vê mijarê ligel Serokê Komîsyona Darayî û Serokê Komîsyona Enerjî ya Parlamentoya Kurdistanê jî bicivin û wiha axivî:

 

“Emê wezîrên darayî û çavkaniyên xwezayî yên Kurdistanê jî bikin mêvan, zanyariyan ji wan jî werbigrin.”

 

Mesûd Heyderî diyar kir ku armanca wan çareserkirina mijara dernegketina meaşên karmendên Herêma Kurdistanê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst