Têmûrê Xelîl: Ti kes nikare DNAya me Êzidiyan biguherîne, em Kurd in!

07-06-2024
Mehmed Salih Bedirxan
Nîşan Kurdên Êzidî Temûrê Xelîl Seîd Cerdo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Têmûrê Xelîl, diyar kir ku neyar dikarin li ser kaxizan binivîsînin ku neteweya me Êzidî ye lê em Kurd in û ti kes nikare DNAya me biguherîne.

Li Parlamentoya Îraqê 182 parlamenteran îmze dan hev da ku Kurdên Êzidî ji Kurdan bên cihêkirin û wekî neteweyeke cuda bên qebûlkirin.

Nivîskar û lêkolîner Têmûrê Xelîl ku bi xwe jî Kurdekî Êzidî yê Ermenistanê ye li ser hewlên Parlamantoya Îraqê ji Rûdawê re axivî.

“Tiştek bi navê miletê Êzidî nîne”

Têmûrê Xelîl behsa miletan kir û wiha got:

“Ermeniyek dikare xwe Rûs bihesibîne, Azeriyek dikare xwe Gurcî bihesibîne.

Ji ber ku Ermeniyên ku tevaya jiyana xwe li Rûsiyayê ma ye, bi çanda wan mezin bûye, zimanê jiyana wî êdî bûye Rûsî. Eynî tişt jî bo Azeriyekî jî derbas dibe.

Ev normal e, ji ber ku Ermenî dixweze xwe wekî miletekî din hesab bike, ango xwe Rûs dibîne

Ji ber ku miletê Rûs heye. Eynî cûreyî Azeriyek dixwaze xwe wekî Gurciyekî bibîne, ji ber ku miletê Gurcî heye.

Hîç Kurdek, heta hîç miletekî din nikare bibe beşek ji miletê Êzidî, ji ber ku miletê Êzidî tune.”

“Eşîra min û Şerefxanê Bedlîsî yek e”

Têmûrê Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi eşîrên hevbeş ên Kurdên Misilman û Kurdên Êzidî jî kir û wiha got:

“Binêre tu dikarî nimûneyên din jî bibînî. Ez bi eşîra xwe va Rojkî me, ango ji eşîra Şerefxanê Bidlîsî me.

Bi hezaran Rojkiyên Misilman hene û bi hezaran Rojkiyên Êzidî hene lê em hemû merivên hev in. Koka me yek e, bavê me yek e.

Eynî tişt jî bo eşîra Sîpikiyan jî derbaz dibe. Begê Sîpikiyan Evdilmecît Beg Misilman bû lê ew begên Êzidiyên Sîpikî jî bû.

Dijmin dikare miletiya li ser kaxezê binivîse ku filankes Êzidî ye lê dijmin nikare DNAyên min û te biguhêrîne ku ez û te jî ji bavekî ne.”

“Dixwazin Êzidiyan ji Kurdbûn û Kurdistanê dûr bixin”

Li aliyê din Kesayetê Kurd ê Êzidî Seîd Cerdo jî îro ji li ser nîqaşan ji Rûdawê re axivi.

Seîd Cerdo diyar kir, “Ew kes hewl didin komkujiyên li ser Kurdên Êzidî veşêrin” û pê de çû:

“Armanc ew e ku komkujiyê perdepoş bikin û dixwazin Êzidî ji nasnameya xwe ya neteweyî dûr bikevin.

Dixwazin derzekê li dîwarê Kurdayetiyê bixin û Êzidiyan ji Kurdbûn û Kurdistanê dûr bikin.”

Herwiha Berdevkê Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê Serhan Îsa jî diyar kir ku ew qebûl nakin ti kes nasname û neteweya û baweriya Êzidiyan bixe bazarê.

Serhan Îsa got ku eger ew parlamenter rastgo ne, bila herin û îmzeyan kom bikin ku DAIŞê wekî rêxistineke terorîstî ya li hemberî Êzidiyan û Kurd û Kurdistanê ragihînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst