Xelkê Geverê: Em qeyûman li ser îradeya xwe qebûl nakin

07-06-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şandeya DEM Partiyê çû serdana Şaredariya Geverê/Wêne: Rûdaw
Şandeya DEM Partiyê çû serdana Şaredariya Geverê/Wêne: Rûdaw
Nîşan DEM Partiî Qeyûm Şaredariya Colemêrgê Gever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xelk, encumen û Hevseroka Şaredariya Geverê diyar kir ku danîna qeyûman li dijî îradeya xelkê ye û dê qeyûman li ser îradeya xelkê qebûl nekin.

Nerazîbûn û xwepêşandanên li dijî danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê didomin.

Aliyên nêzîkî hikûmetê eşkere dikin ku dê qeyûm bi ser 27 şaredariyên din ên DEM Partiyê de were danîn û yek ji wan jî şaredariyan jî Şaredariya Geverê ye.

Encûmen û Hevserokên Şaredariya Geverê dibêjin, ti metirsiyeke wiha li ser şaredariya wan nîne.

Eger nêteke wiha li cem hikûmetê hebe jî dê nehêlin û rê li ber wê bigirin.

Bakirhan: Qeyûm ne çare ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li navçeya Geverê ya Colemêrgê got, “Qeyûm ne çare ye û ne jî çareserî ye. Qeyûm hiqûqa dijminatiyê ye.”

Şandeya DEM Partiyê piştî Colemergê çû navçeya Geverê ya Colemêrgê û şandeya DEM Partiyê çû seredana Şaredariya Geverê.

Tuncer Bakirhan li Geverê bangî AK Partiyê jî kir û got, “ Em careke din hişyariyê didin AKPye, qeyûmê xwe vekişînin. Nêrîna xwe ya qeyûman bi dawî bikin.”

“Sîstema qeyûman berdewam dike”

Hevseroka Şaredariya Geverê Şadiye Kirmizigulê jî ji Rûdawê re got:

“Gelê me diçe ser sindoqan bi keda xwe ji xwe re şaredarên xwe hildibijêre lê li hember îradeya wan sîstema qeyûman berdewam dike.”

Li şaredariya Geverê 7 jê jin 24 endamên encûmena şaredariyê hene û hemû ji DEM Partiyê ne, Çigdem Duzen jî yek ji wan e.

“Qeyûmê ti tiştek ji vî bajarî re nekiriye”

Li gorî gotina Çîgdem Duzenê ew dê bi ti awayî rê nedin qeyûm were danîn.

Çîgdem Duzenê amaje bi wê yekê kir ku qeyûm ti tişt ji Geverê re nekiriye û wiha got:

“Mafê helbijartinê dane Kurdan em jî bi îradeya Kurdan hatine hilbijartin.

Lê dest danîne ser îradeya Kurdan em li dijî vê yekê ne.

Qeyûman tiştek ji vî bajarî re nekiriye ji xeynî diziyê, aniha dixwazin careke din werin û bixwin û bidizin.”

Xelkê Geverê di heyama 8 salên borî de ji desthilata qeyûman dilgiran in û naxwazin careke din qeyûm li ser şaredariya wan were danîn.

“Em qeyûman li ser îradeya xwe qebûl nakin”

Şêniya bi navê Amîna Engudarê li ser kiryarên qeyûman wiha got:

“8 sal in qeyûm heye û em jî neçûne û me deriyê şaredariyê jî venekiriye.

Kesên alîgirên desthilatê ne 7 kes ji li malên wan bûne fermanber li aliyê din ciwanên me yên 28 salan xwendine bêkar û mexdûr in.

Ji xeynî diziye, talanê, girtin û kuştinê tiştek ji me re ne kirine.

Em qeyûman li ser îradeya xwe qebûl nakin em dê di berxwe bidin.”

Li Geverê di encama hilbijartinên 31ê Adarê de DEM Partiyê ji sedî 78.75ê dengan bidest xistibû. Rêjeya dengên AK Partiyê jî 10.88 bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst