Dêra Ermeniyan a li Amedê piştî nûjenkirinê hat vekirin

07-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Dêra Surp Gragosê ya Ermeniyan piştî nûjenkirinê bi amadebûna Wezîrê Geşt û Gûzariyê yê Tirkiyê û gelek kesayetên Ermanî hat vekirin. Biryar e sibe roja Yekşemê jî li dêrê ayîn bê kirin.

Dêra Surp Gragosê ya Ermeniyan ku 7 sal bûn ji ber şerê nava bajêran li Sûrê wêran bibû îro Şemiyê 7ê Gulana 2022yan di saet 16.00an de bi merasimekê hat vekirin. Wezîrê Geşt û Gûzariyê û gelek kes di merasimê de amade bûn.

Ev 7 sal bûn ku li dêra ermeniyan tu ayînek nekiribû. Lê ji ber ku dêr bi temamî hatiye nûjenkirin êdî ermeniyên li Bakur dê bikaribin ayînên xwe bi rêk û pêk bikin.

Biryar e sibe roja yekşemê jî li dêrê ayîn were kirin.

Patrîkê Ermeniyên Tirkiyê Sahak Maşalyan li Sûra Amedê, di merasima vebûnê de axaftinek kir û diyar kir ku ev merasim xwedî girîngiyeke dîrokî ye û ji bo Ermeniyên Amedê cejn e.

Wezîrê Geşt û Gûzariyê yê Tirkiyê Mehmet Nurî Ersoy jî beşdarî merasîmê bû  û di merasimê da axivî û bal kişand ku Amed, landika şaristaniyê ye ku di dîrokê de hemêza xwe li çand û baweriyên cuda vekiriye û wiha got, "Amed bajarekî me yê qedîm e ku xweşbînî, biratî û çandên cuda di nava aramiyê de bi hev re dijîn."

Ersoy diyar kir, bi xebatên hemaheng ên hikûmeta navendî û rêveberiyên herêmî ve li Amedê “xebatên xizmetê tên kirin”  û kirin û wiha got: “Li Amedê ciyê azadiya çand û baweriyên cuda, gelek avahiyên giranbiha hene û lewma jî divê em ji bo danasîna vî bajarê me yê qedîm hewl bidin.”

Piştî axaftinan li dêra ku hat vekirin piştî 7 salan naqos hat lêdan, ayîna teqdîsê hat kirin, mûm hatin vêxistin û dia hatin kirin.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Sûrê Abdullah Çiftçi, Midûrê Giştî yê Weqfan Burhan Ersoy, Parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê Mehdi Eker, Ebubekir Bal û Oya Eronat, Parlamenterê Stenbolê yê CHPyê Sezgin Tanrikulu, Ermeniyên ji welêt û dervayî welêt beşdarî merasima vebûnê bûn.

 

 

Dêra Surp Gragos

  • Sala 1376an de hatiye avakirin
  • Sala 1880 şewitî ye
  • Dêra herî mezin a li Rojhilata Navîn e
  • Sala 1883ê hatiye nûjenkirin
  • Sala 1913ê burca wê herifî ye
  • Heya 1960 depoya leşkerî bûye
  • Sala 2011ê hatiye vekirin
  • Di şerê xendeqan de ziyan dît
  • Îro careke din hat vekirin û dê sibê ayîn lê birêve biçin

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst