Li gundekê 140 serî pez û bizin kirin xêr bo ‘dûrbûna ji Koronayê’

07-03-2020
RÛDAW
Nîşan Dûgoman Sengeser Raperîn Korona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî bajarokê Sengeser ê îdareya Raperînê, 140 serî pez û bizin hatin serjêkirin û weke xêr hatin belavkirin ji bo ku vîrusa Koronayê negihije wê navçeyê.

Newro Ebdulla, Rêveberê bajarokê Sengeser ji Rûdawê re ragihand, “îro rûniştvanên gundê Dûgoman, 140 serî pez û bizin kirin xêr bo ku sînorên me dûr bin ji vîrusa Koronayê. Her yek ji wan û pez û bizênên ku kirine xêr, bi qasî 225 hezar dînar dibe.”

Bi giştî bi qasî 31 milyon û 500 hezar dînar ajel ji aliyê gundiyan ve hatin serjêkirin û weke xêr hatin belavkirin.

Li gundê Dûgoman, nêzikî 270 mal hene û 7 kîlometran ji Sengeser û 16 kîlometran ji bajarê Ranyeya navenda îdareya Raperînê dûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst