HESEKÊ - Di nava çem de petrol derket: Rê li ber avdanê girtiye

07-02-2024
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Hesekê Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Til Berakê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê derdora 2 hefteyan e, lekeyeke petrolê li ser ava çemekî derketiye.

Derketina petrolê, rê li ber avdana zeviyên çandiniyê girtiye lewma petrol ji kû derdikeve nayê zanîn.

“Em nikarin avdanê bikin”

Cotkarê ji Til Berakê Nizar Ewad derbarê petrola derketiye de got, “15 roj in, petrol gelekî tevlî ava çem dibe, em nikarin avdanê bikin.

Ji ber ku zevî û berheman dikuje. Zevî ti berhemê nade, em nema avdanê dikin li benda baranê ne.”

“Petrol ji cihekî dûr tê”

Cotkar nizanin ew petrol ji kû derê tê lê ew nikarin zeviyên xwe yên çandiniyê av bidin û neçar in li benda baranê bin.

Cotkarekî din ê ji heman gundî Îbrahîm Mufdî anî ziman, “Ev petrol ji cihekî dûr tê, ne ji vê derê ye.

Ranaweste. Em sotemeniyê dixwazin ji bo ku piştre em zeviyên xwe av bidin.

Hemû gemar e, petrola reş e, em nikarin bi vê petrolê zeviyên xwe av bidin. Zevî dê bişewitin, nabe.”

“Sedem bombebaranên dewleta Tirkiyeyê ye”

Hevserokê Desteya Avê ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku sedema pirsgirêkan bombebaranên dewleta Tirkiyeyê ye.

Hevserokê Desteya Avê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Eswed got:

“Sedema vê bombebarana dawî ya dewleta dagirker a Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Bi taybetî bombebarana li Rimêlan û Tirbe Spiyê ev ziyan gihandiye wêsteh û veguhestina petrolê.

Çare ew e ku boriyên petrolê bên çêkirin, helbet alîkarî ji aliyê Desteya Sotemeniyê ve heye.

Ji bo çareserkirinê jî em hatine agahdarkirin.”

Tevî nebûna sotemeniyê û kêmbûna baranê û tirsa zihabûnê, li Rojavayê Kurdistanê qirêjbûna ava çeman jî yek ji ziyanên metirsîdar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst