ROJAVA - Hikûmeta Sûriyê li Hesekê hêzên leşkerî ava dike

07-02-2016
RÛDAW
Nîşan Rojava Heseke Sûriye Leşkerî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hikûmeta Sûriyê di çend rojên borî de bang li xortên parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye ku tevlî hêzên Parastina Cewherî (Hîmaye Zatî) bibin.

 

Partiya Beisê di destpêka vê mehê de ragihand ku wan dest bi wergirtina xortan kiriye ji bo ku wan bixe nava refên xwe û dê wergirtina wan heta 11ê vê mehê berdewam bike.

 

Li gorî wan kesan ku di nava Yekîneyên Hîmaye Zatî de cih digirin dê her meh 25 hezar lîreyên Sûriyê weke mûçe bistîne û 10 hezarî jî wek erkekî leşkerî werbigre.

 

Berpirsê Yekîneyên Partiya Beisê, Hîlal El-Hîlal çend roj berî niha serdana parêzgehê Hesekê kiribû û daxwaz kiribû ku bilez perwerdeya wan hêzan dest pê bike.

 

Erkê vê hêzê parastina dezgehên hikûmetê û navçeyên ku dikevin bin destê Artêşa Sûriyê ye.

 

Li gor agahiyan, hêzeke wan li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê jî bi navê Sotoro heye ku ji milîsên Aşûrê pêktê û girêdayî Hikûmeta Sûriyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst