Abdullah Zeydan: Em 5 salan wek rehîne hatin girtin

07-01-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan piştî azadbûna ji zindanê ragihand: “Em wek parlamenterên CHPê û AKPê bi îradeya gel hatin hilbijartin lê darbeyek li dijî îradeya gel hat kirin. Em 5 salan wek rehîn hatin girtin.” Derbarê demên xwe yên girtîgehê yên ligel hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş de jî Zeydan got: “5 salên ku min bi Selahattîn Demîrtaş re derbas kirine bo min cihê şanaziyeke mezin bûn.”

Doh Pêncşembê 6ê Çileya 2021ê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina doza parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan birêve çû û di encama wê rûniştinê de  dadgehê biryara azadkirina Abdullah Zeydan da.

Piştî biryara dadgehê Abdullah Zeydan ku ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî bû, ji zindana Xarpetê derket û li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Abdullah Zeydan behsa demên xwe yên Girtîgeha Edîrneyê yên ligel Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn  Demîrtaş kir ku ew jî bi hincetên siyasî ji sala 2016ê ve hatiye girtin û got: “Her kêliyeke 5 salên ligel Selahattîn Demîrtaş bo min cihê şanaziyeke mezin bû. Ez ji wî fêrî gelek tiştan bûm. Ji ber wê di destpêkê de ez spasiya wî dikim.”

Zeydan diyar kir ew di girtîgehên Tirkiyê de wek rehîne hatine girtin û got: “Em nûnerên hilbijartî yên gel bûn. Mixabin bi awayek nedadperwerane em bo dema 5 salan wek rehîne hatin girtin.”

Parlamenterê berê yê HDPê amaje bi wê yekê da ku ew jî wek parlamenterên AKPê û CHPê îradeya gel hatine hilbijartin û got: “Mixabin di wê pêvajoyê de darbeyek li dijî îradeya gel pêkhat û parlamenter û hevserokên ku gel hilbijartibûn hatin girtin.” 

Zeydan tekez kir ku ew dê ji bo berdana hemû girtiyên din ên siyasî û di serî de jî hevserokên HDPê, berdewamiyê bi siyaseta demokratîk bidin.

Parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan roja 4ê Mijdara 2016an li gel hejmareke parlamenter û Hevserokên berê yên HDPê hatibû girtin û ji wê demê ve di zindanê de bû.

Bi tometa “alîkarî û propagandaya rêxistinê” 8 sal û mehek û 15 roj ceza li Abdullah hatibû birîn, lê Dadgeha Bilind a Cezayê, ev biryar hilweşandibû.

Piştî ku cezayê wî hatibû hilweşandin, doza Abdullah Zeydan ji nû ve hatibû dîtin û roja Pêncşembê 6ê Çileya 2022an biryara azadkirina wî hat dayîn û ji zindanê derket.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst