Hewlêr (Rûdaw) - DAIŞê duh li herêma Qeresalim a li navçeya Şêx Bizinî ya ser Pirdê ve li Kerkûkê, êrişî sengerên Hêzên Pêşmerge kir. Berpirsê ragihandina Fewca 3 a Lîwa 126 ji Rûdawê re ragihand, di êrişa DAIŞê de 4 Pêşmerge şehîd bûn û Pêşmergeyek jî birîndar bû.
Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî li gundê Qeresalim a li navçeya Şêx Bizinî ya ser Pirdê ve li Kerkûkê êrişî sengerên Hêzên Pêşmerge kir.
Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed ragihand êrişa şeva derbasbûyî ya DAIŞê demjimêr 23:20 çêbû û Hêzên Pêşmerge jî bersiv dan.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku DAIŞê hewaya nexweş bo xwe wek derfet dît û êrişî Hêzên Pêşmerge kir.
Berpirsê Ragihandina Fewca 3 ya Lîwaya 126 a Koye Zêwe Mam Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Mixabin di êrişa şeva derbasbûyî ya terorîstên DAIŞê de efserek û 3 Pêşmerge şehîd bûn û Pêşmergeyek birîndar bû” û got, “Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa DAIŞê da.”
Navên şehîdan:
Şehîd Mesûd Telet (Neqîb) - Xelkê Sêgirtkan
Şehîd Nehro Nacî – Xelkê nahiya Dartû- Hewlêr
Şehîd Hejar Celal - Xelkê Kerkûk
Şehîd Rêkan Tofîq – Xelkê Mam Zawa-Hewlêr
Êrişên DAIŞê zêde bûn
Êrişa şeva borî ya li Kerkûkê di demekê de ye ku di êrişa 02.12.2021ê ya DAIŞê de bo ser gundê Xidir Cîce yê ser bi Qereçûx ve li Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûbûn.
Li aliyê din di 29.11.2021 li ser riya Gopanê nêzikî navçeya Kifrî ya Silêmaniyê DAIŞê êrişî Hêzên Pêşmerge kirbû û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bûbû, 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Herwiha çekdarên DAIŞê şeva 27.11.2021an demjimêr 22.45 li devera Tepî Telan a ser bi bajarokê Keleco yê Silêmaniyê ve ji du aliyan ve êrîşî sengerên Hêzên Pêşemerge kiribû û di encamê de 5 Pêşmerge şehîd bûbûn û 4 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse