Li Silopiya di meşa HDPê de 32 kes hatin desteserkirin

06-11-2022
RÛDAW
Çalakiya HDPê ya li Silopiyê ya ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî di şer de, rastî destwerdana polîsên Tirkiyê hat.
Çalakiya HDPê ya li Silopiyê ya ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî di şer de, rastî destwerdana polîsên Tirkiyê hat.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, îro 6ê Mijdarê di meşa dijî bikaranîna çekên kîmyewî de 32 kes hatin desteserkirin.

Îro 6ê Cotmehê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDPê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li bajaroka Tilqebîn a Silopiyê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meş hat lidarxistin.

 Çalakiya HDPê ya li Silopiyê ya ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî di şer de, rastî destwerdana polîsên Tirkiyê hat.

Bi sedan kes tevli çalakiyê bûn û dest bi meşê kirin, lê belê polîsan bi ava şid û gaza rondikrêj destwerdan di çalakiyê de kir û rê li çalakiya HDPê hat girtin.

HDPê berî destwerdana polîsan, dîmeneke meşa li Silopiyayê li ser twittera xwe belav kir û ragihand, “Li dijî çekên kîmyayî meşa mirovahiyê li Silopiyê dest pê kir. Gelê me li her derê derngê xwe bilind dike. Em li nirxên mirovahiyê xwedî derdikevin û têkoşîna xwe didomînin.”

Peyamnêrê Rûdawê Abdulselam Akincî ragihand, li gundê Tilqebînê yê Silopiyê hejmareke zêde ya xelkê kom bûn û biryar bû ji bo protestokirina bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve di şerê li dijî PKKê de, kesên beşdar di çalakiyê de ber bi deriyê sînor ê Xabûr-Îbrahîm Xelîl ve bimeşin.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, hejmareke zêde ya hêzên polîs û cendirme li gundê Tilqebînê hatin bicihkirin û bi gaza rondikrêj û ava şid destwerdan di çalakiyê de kirin û rê nedan ku meş were lidarxistin.

Leşkerên ku êrişî meşê kirin siyasetmedar jî di nav de Aziz Aksin, Tevfîk Çetin, Hoşyar Sariyildiz, Ahmet Binay, Beytocan Kirici, Kemal Baran, Mustafa Bozan, Ebru Yalçin, Îsmaîl Tokkan, Rojevan Yilmaz, Salih Dogan, Mahmut Ulus, Gurbet Bozyigit, Nevin Tiryaki, Omer Balicak, Cahide Udum, Sumeyye Kirici, Zozan Kaplan, Mehmet Emin Ozer, Hogir Çetik, Aydin Aslan, Mehmet Abizeytogli, Yunus Kiliç, Hasan Yildiz, Şehmus Îke, Sebahattin Genco, Huseyin Akdogan, Şefik Enuştekin, Ecevit Ceylanci, Ertem Karakuş, Maşallah Erbey û kesê bi navê Rodî yê paşnavê wî nehat zanîn desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst