HSD û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê amadekariyên leşkerî gotûbêj kirin

06-11-2021
RÛDAW
Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk civîneke berfireh li Dêrezorê kir
Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk civîneke berfireh li Dêrezorê kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojhilatê Dêrezorê, Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk civîneke berfireh ligel Encûmena Serbazî ya Dêrezorê, hêzên Asayişê û Encûmena Sivîl a Dêrezorê lidar xist. Fermandarê Encûmena Serbazî ya Dêrezorê, ragihand ku di civînê de, behsa amadekariyên wan ên emnî hatiye kirin.

Fermandariya HSDê civîneke berfireh ligel Encûmena Serbazî ya Dêrezorê, hêzên Asayişê û Encûmena Sivîl a Dêrezorê, saziyên sivîl û Partiya Sûriyeya Siberojê civiya.

Li gor medyaya ser bi HSDê, di civînê de, pêşhateyên herî dawî li navçeyê li ser asta emnî û siyasî hatine gotûbêjkirin. Fermandarê Encûmena Serbazî ya Dêrezorê Ehmed el Xebîl, Ebû Xewela, ragihand ku hinek amadekariyên wan ên emnî hene.

Ehmed Ebû Xewla got: “Di civînê de, hejmarek babetên girêdayî Dêrezorê hatin gotûbêjkirin. Mijarên aborî, xizmetguzarî, emnî û siyasî. Me nêrînên xwe bihev guhertin. Me nêrînên xwe pêşkêş kirin û li hevalan guhdarî kir. Hinek amadekariyên me yên emnî li herêmê hene, herwiha hevalên me di encûmena sivîl de bernameya wan a kar ji bo siberojê li herêmê heye. "

Serokê Encûmena Sivîl a Dêrezorê Dr. Xesan Yûsif, gotegotên derbarê radestkirina hinek navçeyên Dêrezorê de bo hêzên hikûmeta Sûriyê red kirin.

Dr. Xesan Yûsif Serokê Encûmena Sivîl a Dêrezorê jî got: “Di vê civînê de, em li ser pêşhat û gefên ku dijî bakur û rojhilatê sûriyê tên xwarin rawestiyan. Herwiha me behsa wan gotegotan kir ku dibêjin hinek navçeyên Dêrezorê hatine radestkirin. Em ji xelkê xwe re li navçeyên Dêrezorê tekez dikin ku ev gotegot ji binî ve ne rast in, ji ber ku hêzên HSDê ji destpêkê ve ev navçe rizgar kirin û bi hezaran şehîd dan û qet dest jê bernadin û dê rûbirûyê her êrîşekê bo ser bakur û rojhilatê Sûriyê bibin."

Her li gorî medyaya fermî ya hêzên HSDê, beşdarên civîna Dêrezorê, astengî û zehmetiyên li pêş avakirina herêmê anîne ziman û pêşniyar û çareseriyên pêwîst bo pêşxistina herêmê pêşkêş kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst