Iraq hewl dide di serjimêriyê de pirsa netewe nebe

06-11-2021
RÛDAW
Nîşan Serjimêriya Giştî Herêma Kurdistanê Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Iraqê biryar e di meha Cotmeh û Mijdara dahatû de serjimêriya giştî bê kirin. Berpirsên Hikûmeta Iraqê dibêjin, ligel Herêma Kurdistanê lihev kirine ku di forma serjimêriyê de pirsa netewe nebe, lê berpirsên Herêma Kurdistanê vê red dikin.

Berdevkê Wezareta Plandanînê ya Iraqê Ebdulzehra Hîndawî ji Rûdawê re got, di vê serjimêriya giştî de ku biryar e sala bê li Iraqê bê kirin, pirsa netewe di forma zanyariyan de nîne, lê pirsa ol heye.

Endamê Komîteya Bilind a Serjimêriya Giştî ya Iraqê Mehmûd Osman dibêje, xalên nakok gelek in û li ser formê kar hatiye kirin, lê hê temam nebûye.

Yek ji wan xalên nakok, navçeyên Kurdistanî ne ku li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne. Mehmûd Osman ku di heman demê de Rêveberê Amarên Silêmaniyê ye ji Rûdawê re got: “Bi taybetî li Kerkûk nêzîka nîv milyon kes di bin navê koçberan de birine wan navçeyan. Me daxwaz kir wan li ser parêzgehên wan tomar bikin. Heta niha li ser vê xalê lihev kirin çênebûye.”

Li gor nirxandinên Wezareta Plandanînê ya Iraqê ku destpêka îsal belav kiriye, hejmara nişteciyên Iraqê ligel Herêma Kurdistanê sala 2020ê gihiştiye 40 milyon û 150 hezar kesan ku %50.5 mêr in û %49.5 jin in. Herwiha li gor serjimêriyê, hejmara nişteciyên Herêma Kurdistanê ya herî dawî 6 milyon û 270 hezar kes in.

Niştecihên Iraq û Herêma Kurdistanê

Iraq

40,150,000 kes

%50.5 mêr

%49.5 jin

Herêma Kurdistanê

6,270,000 kes

Zêdebûna nişteciyan li navçeyên Iraqê ligor Herêma Kurdistanê zêdetir in. Serokê Desteya Amarên Herêma Kurdistanê dibêje, rêjeya zêdebûna nişteciyan li Iraqê %2.5 e, lê li Herêma Kurdistanê %2.1 e.

Serokê Desteya Amaran yê Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed amaje bi wê dike, ciyawaziyeke zêde heye di navbera niha û 20 sal berê de, “20 sal berê geşeya rûniştvanên Herêma Kurdistanê di ser ji %3 de bû, lê niha nêzikî ji %2 ye.”

Civîna bê ya komîteyên Herêma Kurdistanê û Iraqê derbarê serjimêriyê û xalên nakok ên di navbera wan de dê eşkere bike ku sala bê li Iraq û Herêma Kurdistanê serjimêrî tê kirin an pirsgirêk çareser nabin û paş dixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst