Kurdên Êzidî ji ber tawanên DAIŞê cejna Cemayê pîroz nakin

06-10-2015
RÛDAW
Kurdên Êzidî ti merasiman di cejna Cema ya îsal de birêve nabin
Kurdên Êzidî ti merasiman di cejna Cema ya îsal de birêve nabin
Nîşan Kurdên Êzidî Cejna Cema
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Her sal ji roja 6 heya 13ê Cotmehê cejna Cema ya Kurdên Êzidî ye û êzidî cejna xwe li perestgeha Laliş a li Başûrê Kurdistanê pîroz dikin, lê belê îsal ji ber êrişên DAIŞê cejna xwe pîroz nakin.

 

Îsal Civata Rohanî ya Kurdên Êzidî biryar dan îsal wek sala par di cejna xwe ya Cemayê de ti merasimekê birêve nebin.

 

Kurdên Êzidî tekez dikin, her dema ku tevahiya deverên wan ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin kontrolkirin û keç û jinên wan ên ku dîl ketine destê çekdarên DAIŞê de, werin rizgarkirin, hingê ew roj mezintirîn cejna wan e.


DAIŞê sala di meha Tebax a 2014an de êrişî navçeya Şingalê û deverên din ên Kurdên Êzidî kir û di 3ê Tebax a 2014an de Şingal kontrol kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst