Li Dêrsimê ajeldost ji bo kûçikên li kolanan meşiyan

06-08-2024
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Nîşan Dêrsim Ajeldost Meş Kuştina kûçikan
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ajeldost ji bo kûçikên li kolanan meşiyan.

Nerazîbûnên li hemberî yasaya rûbirûbûna kuçikên serberdayî û komkirina wan ji kolanan berdewam dikin.

Grûpeke ajeldostên Dêrsimî li dijî yasayê, li Kolana Hunerê civiya û heta Parka Seyît Riza meşiya.

Beşdarên xwepêşandanê bi sloganan bal kişand ser mafê ajelan û piştî meşê daxuyaniyek da çapemeniyê.

“Dê li kolanên bajarê me zarokên me bi azadî bigerin”

Ajeldosta Dêrsimî Dilşah Makê got, “Me niha ji bo vê yasaya bixwîn daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.

Dê li kolanên bajarê me zarokên me bi azadî bigerin.

Ji ber em her tim wekî gelê Dêrsimê hewl didin ew li kolanê bijîn.

Em her tim li gel dostên xwe yên li kolanê bûn û em dê ji niha û pê ve jî vê yasaya bixwîn red bikin û ji bo ku ew bikarin azad bigerin çi ji destê me bê em dê bikin.”

Yasaya kûçikan li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin

Yasaya rûbirûbûna kûçikên serberdayî yên li kolanan hefteya borî li Parlamentoya Tirkiyeyê tevî nerazîbûnan hat pesendkirin.

Ew yasa ji 17 madeyan pêk tê û bi taybetî madeya 5emîn di bin navê razandinê de rê li ber kuştina kûçikên li kolanan vedike.

Ew kar jî dê bi biryara hikûmeta navendî bi destê şaredariyan bê kirin.

Lê piraniya rêveberiyên xwecihî yên Dêrsimê biryar daye wê yasayê li parêzgehê bicih nekin.

“Xelkê Dêrsimê ne tenê pezkovî hemû ajelan pîroz dibîne”

Seroka Komaleya Parastina Ajelan a Dêrsimê Ezgî Doganê jî wiha got:

“Xelkê vê deverê ne tenê pezkovî hemû ajelan wekî pişîk, çûk, gur û masiyên xwe jî pîroz dibîne.

Ev ji bo me gelekî girîng e. Eger ev gel ne li pişta me be em hewqasî bihêz nabin.

Niha em li gel hemû şaredariyan axivîne. Şaredariya bajêr, 7 şaredariyên navçeyan û şarardariyeke bajarok bi giştî 9 şaredarî hene û em bi hemûyan re axivîne.

Hemûyan jî got ku ti kes ji wan pabendî vê yasayê nabe.”

Li Dêrsimê derdora 3 hezar û 500 kûçik û pisîk hene

Li kolanên parêzgeha Dêrsimê derdora 3 hezar û 500 kûçik û pisîk hene û xelkê wê gelekî ajeldost in.

Li gorî amarên fermî di 12 salên dawî de ti bûyerên tundûtîjiya li hemberî ajelelan nehatine tomarkirin.

Xelkê Dêrsimê dibêje cihê jiyana kûçikan kolan e û nabe di bin navê yasayê de li navendên ajelan bên zindanîkirin û piştre beşek ji wan bên kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst