HPG: Li Xakurkê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

06-08-2021
RÛDAW
Nîşan HPG PKK Artêşa Tirkiyê Gare Xakurk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku wan li navçeya Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê êrîşî xaleke leşkerî ya artêşa Tirkiyê kiriye û di encamê de 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Artêşa Tirkiyê jî dibêje li Garê di êrişeke esmanî de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

HPG dibêje, weke hildana tola fermandarê PKKê yê Xakurkê Egîd Garzan ku di roja 11ê Tebaxa 2020an di dema civîna li gel hejmareke fermandarên artêşa Iraqê de li devera Biradost hatibû armanc kirin, wan ev êrîş encam daye û di wê êrîşê de, 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û tê de dibêje li Garê êrişeke esmanî pêk anîne û di dencamê de 2 gerilayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kir jî wan bi helîkopter û balafirên şer, sînorê navçeya Kanî Masê bombebaran kirine, lê behsa ziyanên wê bombebaranê nehatiye kirin.

Herwiha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di 30ê Tîrmehê de ragihand ku Tirkiyê operasyonek bo ser Qendîl, Xakurk, Gare û Zapê daye destpêkirin û ew dever hatibûn bombebarankirin

Tirkiyê di wan salên dawî de êrişên xwe bo ser PKKê hem li nav Bakurê Kurdistanê û hem li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê gelek zêde kirine. Herî dawî di 23ê Nîsana îsal de Tirkiyê operasyonek li dijî PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de û bi taybet jî li sînorê bajarokê Kanî Masê destpê kiriye, ku heta niha didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst