Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqa rewşê herêmê gotûbêj kir

06-06-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen rewşa herêmê gotûj kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, pêwendiyên Brîtanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan nêrîna xwe derberê rewşa Îraqê bi giştî, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdisatnê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çareserkirina pirsgirêkan ji hev re veguhast.

Her du aliyan tekez li ser berdewamiya danûstandinan ji bo çarekirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku kilîla aramiya Îraqê hevfêmkirina hevpar a Hewlêr û Bexdayê ye.

Herwiha her du alî li gel wê yekê bûn ku hilbijartinên Parlamentoyê Kurdistanê bi beşdarbûna hemî aliyan û pêkhatan di demeke guncaw de bên kirin.

Balyozê Brîtanyayê jî pesnê hewldanên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst