Rojhilatê Kurdistanê -'Demografiya Kotolê hatiye guhertin'

06-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvanê Sivîl Emîn Hesen Elî Lo ragihand ku berê erdhejê nişteciyên bajarokê Kotolê yê ser bi bajarê Xoy li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê hemû Kurd bûn, lê niha na, ji ber ku xelkê din hatine û li wir bicih bûne.

Rêveberê avahîsaziyê yê parêzgeha Urmiyê dibêje: Ew budceya ji bo qerebûya ziyandîtiyên erdheja Kotolê hatibû terxankirin, li gorî pêşveçûna projeyên avakirin û nûjenkirna avahiyên ziyandîtî bi xelkê hatiye dayîn.

Rêveberê avahîsaziyê yê parêzgeha Urmiyê , 2 tirilyon û 75 milyar tûmen ji bo wan avahiyan bi awayî qerzên bankî hatiye xerckirin.

Ceifer Berzger herweha got: Ji bo her yekeyeke nîştecîbûnê yên nav bajar 50 milyon tûmen, û bo gundan 40 milyon tûmen weke qerzê bankî hatiye dayîn, tevî 10 milyon tûmen bêberamber, ji bo wan avahiyên ku herifîbûn.

Xelkê Kotolê û berpirsên hikûmetê di debrarê qerebûkirinê de tiştê cuda dibêjin. Ev yek di dedemkê de ye ku 2 sal û 6 meh in bi ser wê erdheja li bakurê parêzgeha Urmiyê de derbas dibe.

Çalakvanê Sivîl Emîn Hesen Elî-lo ji Rûdawê re ragihand, xelk van daxuyaniyên hikûmetê red dike û dibêje ku ew hîn di bin kunan de ne û xelkê din tên li navçeyên wan têne niştecîkirin û hejmareke zêde ya xelkê bajêr bicih hiştine û çûne Xoy û Urmiyê.

Emîn Hesen Elî Lo amaje bi wê yekê kir ku demografiya Kotolê hate guhertin û got jî, berê erdhejê nişteciyên Kotol hemû Kurd bûn, lê niha na, ji ber ku xelkê din hatine û li wir bicih bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst