Artêşa Tirkiyê Eyn Îsa û Minbicê topbaran kir: 3 kes birîndar bûn

06-06-2022
RÛDAW
Nîşan Eyn Îsa Artêşa Tirkiyê Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê gundê Ebû Nîtûle yê Eyn Îsa û Minbicê topbaran kir, di encama topbaranê de sê kes birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî belav kirine ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Ebû Nîtûle yê Eyn Îsayê topbaran kirine û di encamê de sê kesên bi navên, Ebdulezîz Yûsif, Salih Taha û Basil Ubêd birîndar bûne, ji bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Ji aliyekî din her şeva bûrî, Encûmena Leşkerî ya Minbic ragihandiye ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ser bi wê ve, bi tundî herdû gundên Hemra û Boxazê li gundewarê rojavayê Minbic topbaran kirine, lê ti zanyarî derbarê ziyanan belav nekiriye. Li gor zanyariyan, zêdetir ji 10 topan li herdû gundan ketine xwarê.

Eyn Îsa

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst