Hêzên Hikûmeta Sûriyê Çiyayên Zawiye û Kurdan mûşekbaran kirin

06-05-2022
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Kurdan Mûşekbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hikûmeta Sûriyê navçeyên Fetîre, Sifohin û Bînîn li Çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê û mihwerê Kibênê li Çiyayê Kurdan li bakurê Lazqiyê bi dijwarî mûşekbaran kirin ku ji Adara 2020an ve wek navçeya agirbestê ya Rûsya-Tirkiyê hatiye destnîşankirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku roja Înê 6ê Gulana 2022an Hêzên Hikûmeta Sûriyê di saetên serê sibê de navçeyên Fetîre, Sifohin û Bînîn li Çiyayê Zaweiye yê başûrê Idlibê û mihwerê Kibênê li Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê mûşekbaran kirin.

Hat destnîşankirin ku her wiha li Deşta Xabê li bakurê Hemayê şer bi çekên giran di navbera Hêzên Hikûmetê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de derket, her wiha firokeyên Rûsyayê jî li asmanê wan navçeyan firîneke zêde didomînin.

SOHRê her wiha diyar kir ku 4ê Gulanê, Hêzên Hikûmeta Sûriyê navçeyên Çiyayê Zawiye li başûrê Idlibê bi nêzîkî 35 mûşek û topan kirin armanc, piştre şer di navbera Hêzên Hikûmetê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê de derketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst