Asayîşa Hewlêrê: Emê karê geştiyaran hêsantir bikin

06-05-2017
Ferhad Dolemerî
Pêşangeha Geştiyarî ya Rojhilata Navîn
Pêşangeha Geştiyarî ya Rojhilata Navîn
Nîşan Geştiyarî Pêşangeha Geştiyarî ya Rojhilata Navîn Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Bi armanca geşedana kerta geştiyariyê, berpirsên geştiyarî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê hewl didin ji aliyê karên ewlekariyê ve jî karê geştiyaran hêsantir bikin.

 

Di Pêşangeha Geştiyarî ya Rojhilata Navîn a li Hewlêrê de, çawaniya hêsankariya karê geştiyaran û parastina ewlekariya Herêma Kurdistanê, mijara gotûbêja germ a berpirsên Hewlêr û Bexdayê bû.

 

Hêzên ewlekariya Hewlêrê, ligel parastina ewlekariya nav bajêr, dixwazin li hemû cihên pêşwazîkirinê, rêbend û xalên kontrolê jî alîkariya geştiyaran bikin.

 

Derbarê vê yekê de Rêveberê Asayîşa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rûdawê re ragihand, ku ji bo hêsankirina karên geştiyarên tên Hewlêrê, ew dê alîkariya pêwîst bidin û got; “Ji bo hemû geştiyarên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, li cihên pêşwazîkirinê, firokexaneyan, deriyên sînorî û rêbendan, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hêsanarî tê kirin. Bi teybetî em dixwazin bêyî asteng bêne bajarê Hewlêrê. Ji bo vê em hewldidin zêdetir kar bikin. ”

 

Aramiya rewşa ewlekariya Herêma Kurdistanê rêya kompanyayên geştiyariyê vekiriye da ku biryara vekirina ofîsên xwe bidin.

 

Desteya Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê jî biryar daye,  piştî Pêşangeha Geştiyariyê amadekariya konferanseke mezin saz bike.

 

Rêveberê Desteya Geştiyarî ya Herêma Kurdistanê Mewlewî Cebar jî got; “Em li hêviya zelalbûna rewşa Mûsilê ne. Em dixwazin di payîzê de ji bo kompanyayên mezin ên cîhanî, li Hewlêrê konferansekî saz bikin û wan jî bînin Kurdistanê.

 

Bi giştî 200 kompanyayên 16 welatan beşdarî Pêşangeha Geştiyarî ya Rojhilata Navîn bûn. Şerê DAIŞê di çend salên dawiyê de derbeyek giran li kerta geştiyariyê dabû. Sala derbasbûyî milyonek û 200 hezar geştiyar hatibûne Herêma Kurdistanê. Îsal jî Desteya Geştiyariyê dixwaze ev hejmar bigihe 2 milyon kesan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst