6 partiyên Bakurê Kurdistanê bereyek ji bo hilbijartinan ava dikin

06-04-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Amed
Amed
Nîşan Bakurê Kurdistanê Partî Bere Hilbijartin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê 6 partiyên Kurdistanî ji bo ku di hilbijartinên herêmî û hilbijartinên parlamentoyê de eniyeke Kurdî ava bikin, dest bi hevdîtinan kirin. Hevdîtin ev 2 meh in berdewam dikin û dê heta mehekê encama van hevdîtinan bê eşkerekirin. Lê li gorî agahiyan heta niha tu pirsgirêkek cidî ku xebata yekitiyê asteng bike derneketiye holê.

 

Li gorî endamên komîsyona yekitiyê ya partiyên Kurdistanî, protokolek jî hatiye amadekirin û êdî tenê erêkirina meclisa giştî ya partiyan maye.

 

Alîkarê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba ku endamê komîsyona yekîtiyê ye, ji Rûdawê re ragihand: “Em dibêjin hilbijartin bi temamî, ne bes hilbijartinên herêmî, hilbijartinên serokomariyê, hilbijartinên parlamentoyê, em Kurd dikarin bi hev re li ser nirxên Kurd û Kurdistanê bên cem hev û weke blokek hereket bikin.”

 

Hewldana yekîtiya eniyeke neteweyî bi beşdariya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur),  Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (PDK-T) û Hereketa Azadiyê berdewam dike.

 

Li gorî rêveberên PDK-Bakur cara yekemîn e ku partiyên Kurdistanî ev qas nêzî avakirina blokek ango eniyeke neteweyî ya Kurd bûne. Eger ew bibin yek, dê di hilbijartinan de serkeftinên baş bi dest bixin.

 

Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak diyar kir: “Protokol jî prensîbên hevpar ji bo hilbijartinên giştî, herêmî û serokatiyê jî em ê 6 partî bi hev re bimeşin. Ez hêvîdar im ev enî pêk bê û em bigihijin armanca xwe.”

 

Her çiqas li kuçe û kolanên Amedê hêj diyardeyek van hevdîtinan tune be jî, kesên ku dibîhizin partiyên Kurdan dixwazin bibin yek kêfxweş dibin.

 

Biryar e herî dereng di nava mehekê de hevdîtin bên bidawîkirin. Li gorî agahiyan ew ji yekitiya bi HDPê re jî amade ne. Lê bi şertê ku HDP protokola ku hatiye amadekirin bipejirîne. Ew partî derbarê naveroka protokolê de jî tu agahiyan belav nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst