PSK: Sedema piştxwariya gel bihabûn e

06-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) derbarê rewşa aborî ya li Tirkiyê de ragihand ku “Guman tune ku sedemên piştxwariya gel buhatî û zem in. Desthilat û hevalbendên wê tu derdê karker, kedkar û feqîran ji xwe re nakin xem.”

PSKê derbarê rewşa aborî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku “Heyameke li Tirkiyê krizek aborî heye. Her roj betalî û xizanî zêdetir dibe. Sedemê vê rewşê desthilat e. Ew siyasetek çewt, tercîhên terefgir dimeşîne û helwestek pozberî, êrîşkar tetbîq dike.”

Di daxuyaniya xwe de PSK dibêje: “Xizan û kedkar hêz nabînin ku, barê jiyanê hil bidin. Şik tune ku sedemên piştxwariya gel buhatî û zem in. Desthilat û hevalbendên wê tu derdê karker, kedkar û feqîran ji xwe re nakin xem. Sedemê zêdebûna erişkariya li ser gele Kurd jî ev e. Sedemê bê edaletiyê û binpêkirina hiqûkê ji ev e.”

PSK amaje bi wê yekê dike ku desthilatdariya Tirkiyê baca ji xelkê berhev dike, ne ji bo bilindkirina standarta jiyana gel xerc dike û dibêje: “Ew, hebûna welat diyariyê çend hevalbendê xwe dike. Bi siyaseteke zordar, heyiyên welat ji bo qurifandina civakê û ji bo çekdarbûnê serf dike.”

Derbarê siyaseta AK Partiyê de jî dibêje: “Desthilatî li hundir û derve di siyasetek erîşkar û tund de israr dike. Çavê wê li biçûkirina parça nane xelkê ye. Di çareserkirina pirsa Kurd de rêya bi şidetê israr kirin, tenê rê li tevlihevbûna welat venake, di heman demê de gelê me xizantir dixe. Bi xurtbûna şiddete, zem, feqîrî û dejenerebûna civake jî zede dibe.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Jiyanek şayan û bi xiret, mezinbûna nane sifra civakê, cîbicîbûna demokrasiye, bi çareserkirina pirsa Kurd û dabinkirina teminkirina aştiyê ve girêdayiye. Xizanî Çarenûs Nîne! Teqîna her hombayek, avêtina her roketek piçûkkirina nanê me ye! Hember derketina bbihabûn û zeman çi qas girîng e, li hember siyaseta şer û êrîşkar jî, li hember çareserkirina pirsa Kurd bi şêweyê esasên şiddete derketin jî ewqas pêwist e. Çareserkirina pirsa Kurd, ji bo herkesî destxistina derfetên starbûn, xwedibûn û perwerdebûnê; ji bo herkesî domandina jiyanek şayan, jiyanek serbilind mecbûrî ye.”

PSK banga hikûmetê dike û dibêje: “Ji zilmê re û zeman re na! Gavek zû zemên enerjiye bila bê paşta girtin! Şertên jiyana hemû xebatkaran û kedkaran bila bê başkirin! Bila deynê cotkaran bê xirabkirin û ji esnafan ra piştewaniya abori bê temînkirin!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst